Li Midyadê 4 xwişk û birayên winda hatin dîtin

09-09-2024
Nîşan Midyad Xwişk û Bira Winda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê berê yê HDPyê Mehmet Alî Aslan ragihand ku li Midyadê 4 xwişk û bira winda hatine dîtin.

Hîn nû xebera dîtina termê Narînê hat lê xebereke ne xweş ji navçeya Midyadê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê jî hat.

Parlamenterê berê yê HDPyê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand ku li Midyadê 4 xwişk û bira ji doh ve winda ne.

Mehmet Alî Aslan li ser windabûna 4 xwişk û birayan ev agahî dan:

“Li gundê Ziyarayê yê Midyadê ji doh ve xeber ji 4 xwişk û birayan nayê sitandin.

Li her derê li xwişk birayên bi navên Muhammet (15), Sîbel (14), Munîr (9) û Îdrîs (8) digerin.

Divê demildest tîmên lêgerîn û rizgarkirinê û hemû îmkan werin seferberkirin.”

"Hatin dîtin"

Rûdaw bi rêya telefonê gihişt Mehmet Alî Aslan û wî diyar kir ku zarok hatine dîtin û ragihand ku dê paşê bi rêya hesabê xwe yê Xê rewşa dawiyê eşkere bike. 

Mehmet Alî Aslan her wiha eşkere kir ku bavê wan zarok dîtine. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst