Wezîrê Dadê li ser otopsiya Narînê daxuyanî da

09-09-2024
Nîşan Narîn Guran Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç Daxuyanî Otopsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw ) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ragihand ku lêkolînên li ser otopsiyê berdewam dikin û piştî ku encamên dawiyê hatin dê werin eşkerekirin.

Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê li Amedê winda bûbû.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya doh ragihand ku termê Narîn Guranê hatiye dîtin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku hinek mînak li Amedê û hînek mînak jî li Stenbolê tên kontrolkirin.

Yilmaz Tunç eşkere kir ku otopsiya Narînê di çarçoveya lêpirsina Serdozgeriya Komarê ya Amedê de ji aliyê pisporan ve hatiye kirin.

“Dê nikaribin ji ber hesabdayîna birevin”

Li gorî agahiyên ku Tunç dane, karê otopsiyê doh saet 10:30î dest pê kiriye û saet 21:40î temam bûne.

Yilmaz Tunç daxuyand ku di çarçoveya lêpirsînê de bi tevahî 24 kes hatine desteserkirin û got:

“Kes an kesên ku bûne sedema ewlada me Narînê dê nikaribin ji ber hesabdayîna li ber edaletê birevin.”

Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu doh daxuyaniyek da çapemeniyê û got:

“Narîn Guran saet 08:45an tevî cilên xwe li kêleka rûbarekî bi mirîtî hat dîtin.

Termê wê di nava kîsekî de bû û di bin keviran de hatibû veşartin.”

Li gorî rapora destpêkê, termê Narînê 15 rojan di nav avê de maye û çoka wê hatiye şikandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst