Fermandarekî Tirkiyeyê li Gareyê hat kuştin

09-09-2024
RÛDAW
Nîşan Şerê PKK û Tirkiyeyê Osman Fatih Ayar Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Çiyayê Gareyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê diyar kir ku fermandarekî wan li Çiyayê Gareyê yê Herêma Kurdistanê hatiye kuştin.

Operasyonên leşkerî û şer û pevçûnên gerîlayên PKKyê û leşkerên Tirkiyeyê li herêmên sînorî yên Herêma Kurdistanê berdewam dikin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku piştî li herêma Çiyayê Gareyê şer û pevçûna bi gerîlayên PKKyê re derket fermandarê wan ê bi navê Omer Fatih Ayar bi giranî birîndar bûye.

Li gorî daxuyaniyê, Omer Fatih Ayar sewqî nexweşxaneyê hat kirin lê ew li nexweşxaneyê mir.

Li gorî AAyê bi tevlîbûna parêzgarê Şirnexê Cevdet Atay û berpirsîn îdarî yên Şirnexê li Balafirgeha Şerafettîn Elçî merasîma cenaze hat lidarxistin.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Nûman Kurtulmuş û Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz jî li ser kuştina fermandarê Tirkiyeyê peyama sersaxiyê belav kirin.

Cenazeyê Omer Fatih Ayar dê li parêzgeha Trabzonê ya Tirkiyeyê were veşartin.

Xizmê Îmamoglu ye

Hat gotin ku fermandarê kuştî xizmê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ye.

Ekrem Îmamoglu piştî xebera mirina Fatih Ayar li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:

"Ez sersaxiyê ji xizmên me re dixwazim."

Operasyona Pence-Kilîdê

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst