Li ser xwişka Narînê îdiayeke tirsnak!

09-09-2024
Nîşan Narîn Guran Xwişka Narînê Îdia Guman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hat gotin ku xwişka Narîna ya astengdar jî beriya niha bi çend salan “ji pêpelûkan ketiye” û miriye lê otopsiya wê nehatiye kirin.

Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê li Amedê winda bûbû.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya doh ragihand ku termê Narîn Guranê hatiye dîtin.

Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu eşkere kir ku cenazeyê Narînê di nava kîsekî de û di binê keviran de hatiye dîtin.

Li gorî rapora destpêkê, termê Narînê 15 rojan di nav avê de maye û çoka wê hatiye şikandin.

Piştî ku kuştina Narîna derket holê li ser xwişka wê ya “mirî” jî gelek angaştên cuda derketin holê.

Hat gotin ku xwişkeke Narînê ya astengdar jî beriya niha bi 7 salan ji pêpelûkan ketiye” û miriye lê bêyî ku otopsiya wê were kirin hatiye veşartin.

“Ê xwişka wê çawa mir?”

Rojnameger Emrullah Erdînç beşdarî weşana Haberturkê bû û li ser van îdiayan got:

“Zarokeke astengdar a malbatê jî beriya niha wefat kiriye. Dibêjin ji cihekî de ketiye û miriye û mesele xelas dibe.

Ku ez bim ez dê otopsiya wê xwişka Narînê jî bikim. Xwişka wê bêyî ku otopsiya wê were kirin hatiye veşartin.

Narîn hat kuştin, xwişka wê mir. Ê xwişka wê çawa mir?

Mir an hat kuştin? Divê bersiva van hemû pirsan hebe.

Divê teqez gora xwişka wê bê vedan, otopsî bê kirin û rastiyên bûyerê derkevin holê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst