Li Xarpêtê pevçûna çekdarî: Kesek hat kuştin

09-09-2024
RÛDAW
Nîşan Xarpêt Pevçûna Çekdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, di pevçûna 2 grûpan de kesek hat kuştin.

Li taxa Çaydaçirayê ya Xarpêtê şeva borî hinek kes bi otomobîlekê çûn ber kafeyekê û bi demançeyê gule li kafeyê reşandin.

Kesên li kafeyê jî bi heman awayî bersiv da êrişkaran.

Piştî pevçûnê otomobîla êrişkaran ji cihê bûyerê reviya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Otomobîla ku ji cihê bûyerê reviya li xala kontrolê ji aliyê polîsan ve hat ragirtin.

Di kontrolên nava otomobîlê de hat dîtin ku kesê bi navê B.T di otomobîlê de canê xwe ji dest daye.

Tîman termê B.T. ji bo karên otopsiyê bir Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê.

Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin û 4 kes hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst