Li Dêra Axtamarê ayîn: ‘Xala girîng azadiya baweriyan e!’

09-09-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
12emîn ayîna Ermenan li Dêra Axtamarê hat lidarxistin/Wêne: Rûdaw Grafîk
12emîn ayîna Ermenan li Dêra Axtamarê hat lidarxistin/Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Dêra Axtamarê Ayîn Ermen
A+ A-

Wan (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, 12emîn ayîna Ermenan li Dêra Axtamarê ya li nava Gola Wanê hat lidarxistin.

Dêra Axtamarê ya li nava Gola Wanê salê carekê ji bo îbadetê vedibe.

Beşdarên ayînê ji skeleya navçeya Gevaşê bi keştiyan ber bi Girava Axtamarê ve hatin veguhastin.

Ji bo ayînê ji derveyî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Ermenan berê xwe da Wanê.

Ermen ji bo beşdariya 12emîn merasima olî ji navçeya Westanê di nav bedewiya Gola Wanê de berê xwe da Girava Axtamarê.

Oset yek ji wan Ermenan e ku ew jî wekî gelek Ermenên herêmê xwedî çîrokeke balkêş e.

Bav û kalên wî di dema Komkujiya Ermanan de berê xwe didin bajarê Sêwazê û ji wir jî sala 1958an diçin Amerîkayê.

“Em ji Wanê çûne Sêwazê”

Oset Ardiçê ku beşdarî ayînê bû got:

“Spas ji Xwedê re, em ji jiyana xwe memnun in. Em hatine welatê xwe.

Ev der welatê bav û kalên me ye. Em eslê xwe ji Wanê ne.

Em ji Wanê çûne Sêwazê lê ez dîroka wê nizanim.”

Li gorî efsaneyan Dêra Axtamarê navê xwe ji evîna keça keşeyê wê demê Tamar û kurekî Kurd ê Misilman wergirtiye.

Jineke Ermen jî navê xwe ji Tamaraya qehramana heman çîrokê wergirtiye.

Wekî Ermenên din ew jî xwe bextewer dizane ku ji bo ayînê li Wanê amade ye.

Tamar Telliyê li ser merasîmê anî ziman:

“Navê min Tamar e. Min navê xwe ji vê dêrê wergirtiye.

Ez li Stenbolê ji dayîk bûm. Ez Ermen im û welatiyê Tirkiyeyê me.

Ji bo min rojeke hestîyar e.”

Li Dêra Axtamarê merasîma yekem sala 2010ê hat kirin.

Serokê Dêrên Ermenan serpereştiya merasîme dike.

Ermen bi beşdariya merasîmê di heman demê de dibin hecî.

“Xala girîng azadiya olan û baweriyan e”

Patrîkê Ermenan Şînork Şanyan jî da zanîn:

“Em dixwazin li vî welatî bihevrejiyan û aramî hebe.

Lewma xala girîng azadiya olan û baweriyan e.

Spas ji Xwedê re îro me di nav keşûhewayekî azad de ayîna xwe encam da.”

Dîroka Dêra Axtamarê vedigere 1050 sal beriya niha.

Dîroknas Mehmet Şah Guneş yek ji wan kesan e ku li ser dîroka dêrê lêkolîn encam kirine.

Dîroknas Mehmet Şah Guneş li ser dîroka dêrê got:

“Dîroka vê dêrê herî kem beriya 1050 salan diçe.

Dêr ji aliyê Şahê Ermenan Gagîk hatiye çêkirin.

Ew bi xwe jî xelkê Westanê bûye.”

Ji bo merasîma dînî ya Ermenan ji Ermenistan, Tirkiye û ji gelek welatên Ewropayê Ermenan berê xwe da Wanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst