DÎLOK - Dema komkirina fistiqan e: Herî zêde ji Herêma Kurdistanê re dişînin

09-09-2024
RÛDAW
Cotkar ji bo hişkkirin û qelandinê fistiqên xwe vediguhêzin kargehan/Wêne: AA
Cotkar ji bo hişkkirin û qelandinê fistiqên xwe vediguhêzin kargehan/Wêne: AA
Nîşan Fistiq Riha Dîlok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi destpêkirina komkirina fistiqan kargehan fistiqan ên li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê jî dest bi xebatê kir.

Demsala komkirina fistiqan dest pê kir û cotkar ji bo hişkkirin û qelandinê berhemên xwe vediguhêzin kargehên fistiqan.

Ji ber ku îsal berê fistiqan e kargeh bi roj û şev bêrawestan dixebitin.

Xwediyê kargeheke fistiqan Ahmet Demîr got:

“Ji ber ku fistiq îsal pir zêde ne karê me gelek e.

Hema bêje em 3 hefte, ji 3 hefteyan zêdetir gelekî zêde xebitîn.”

Piştî ku qalikê fistiqan tê rakirin û tên qelandin fistiq di nav telîsan de radestî xwediyên wan tên kirin.

Cotkar jî fistiqên xwe li bazarê difiroşin.

“2 rojan li ber rojê radixin”

Xwediyê kargeheke fistiqan Ahmet Demîr her wiha anî ziman:

“Dema tê vê derê em di beroşên qelandinê de diqewirînin û piştre 2 rojan li ber rojê radixin.

Paşê em li serradê dixin û li ba dikin û yên tijî û vala ji hev cuda dikin.

Em wan di nav telîsan de didin xwediyên wan.”

Ji sedî 95ê fistiqan li Bakurê Kurdistanê û ji sedî 5 jî li bajarên Tirkiyeyê tên berhemanîn.

Her çi qas ji ber sektora pîşesaziyê fistiq bi navê Entabê navdar bûye jî dîroka darên fistiqan li Rihayê kevntir e.

Li gorî amarên Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê, sala 2023yan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sedî 34ê fistiqan li Rihayê, ji sedî 31 li Dîlokê, ji sedî 18,5 li Sêrtê û ji sedî 4,3 jî li Semsûrê hatine berhemanîn.

Fistiqên Bakurê Kurdistanê herî zêde bi rêjeya ji sedî 13,5 ji Îraq û Herêma Kurdistanê re û ji sedî 13,2 jî ji Almanyayê re tên şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst