Nexweşiya dil li nava ciwanan zêde bûye: Gelo penceşêra dil heye?

09-09-2024
RÛDAW
Bernameya Legel Renc  \ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Bernameya Legel Renc \ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Penceşêr Legel Renc Ciwan Nexweşiyên Dil Bêxewî
A+ A-

Hewlêrê (Rûdaw)- Li Herêma Kurdistanê tirsa xelkê ji nexweşiya dil heye bêxewî û şêwaza jiyanê sedemên serekî yên nexweşiyên dil in.

Li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê li cihanê û Herêma Kurdistanê sedema yekem a mirinê damarên dil û krîza dil e.

Di vê bernameya Legel Renc de fokûsa Renc Sengawî li ser nexweşiyên dil e.

Neştergerên dil ên Herêma Kurdistanê mêvanê bernameyê ne û li ser nexweşiya dil çend zanyariyan didin.

Berê nexweşiya girtina damarên dil li nava kesên bitemen hebû lê aniha rewş guheriye û li nava ciwanan jî ew nexweşî tê dîtin.

Em çi bixwin û rojê çend dan xwarin pêwîst in? Divê rojê em çi qasî hareket bikin? Ji bo em xwe ji nexweşiyên dil biparêzin divê em çi qasî rakevin?

Di vê bernameyê de bersiva van hemû pirsan hatiye dayîn.

Beşeke balkêş a bernameyê jî li ser pirsa xwendekarekî beşa bijîşkiyê bû. Wî xwendekarî ji pisporên nexweşiyên dil wiha pirsî: "Çima dil bi penceşêrê nakeve?”

 Pêwendiya evîndariyê bi dil heye yan bi mêjî?

Renc Sengawî, pirsek li ser evîndarî û sozdariyê ji pisporê nexweşiyên dil Dr. Zana Baban kir.

Renc Sengawî wiha pirsî: “Dil bûye sembola evîndariyê çi pêwendiya dil bi evîndariyê re heye?”

Dr. Zana Baban jî wiha bersiv da: “Ti pêwendiya dil û êvîndariyê nîne. Pêwendiya mêjî û evîndariyê heye. Dil wekî pompayekê kar dike.

Rast e dema evîndarî û sozdariyê di lêdana dil deguherîn pêk tê lê evîndarî û sozdarî di destpêkê de li mêjî dest pê dike.”

Dr. Zana Baban di berdewamiyê de amaje bi wê yekê kir ku di dema evîndariyê de xelk hest dike ku guherîn di sînga wan de çêdibe ne di mêjiyê wan de.

Li gorî gotina Dr. Zana Baban, ew kesên dil ji wan re hatine çandin hest bi wê yekê kiriye ku di warê hest û hêzê de guherîne.

“Wekî midaxeleyî boriyeke 2-3 milîm dikim”

Li ser midaxale û operasyonan Dr. Zana Baban wiha axivî:

"Bi awayekî yekser min dest da ye bi hezaran dilan. Dema ez neştergeriya dilekî dikim hest bi wê yekê dikim ku ez di navenda jiyana wî dilê mirovî de me.

Her wiha dema ez neştergeriyê dikim wekî midaxaleyî boriyeke 2-3 milîmî dikim.

Ji ber wê çênabe xeletiyeke herî biçûk jî pêk were. Rast e dil, pompayek e lê pompayeke sade û basît nîne.

Hinek caran ji bo neştergeriyeke dil pêwîstiya min bi 8-10 saetên çêbûye. “

“Xelk girîngiyê dide tenduristî û werzişê”

Dr. Zana Baban amaje bi wê yekê kir hem li cihanê û hem li Herêma Kurdistanê sedema yekem a mirinê girtina damarên dil e.

Li gorî Dr. Zana Baban, şêwaza jiyanê û temendirêjî bandorê li ser girtina damarên dil dikin.

Dr. Zana Baban amaje bi wê yekê jî kir ku qelewbûn jî sedemeke din a nexweşiya dil e û wiha got:

‏‏"Qelewî bandorê li ser nexweşiyên dil dike. Em hişyariyê didin nexweşên xwe ku xwe zeyîf bikin.

Hişyariya xelkê ya di warê tenduristiyê jî de zêde bûye. Salonên werzişê gelekî zêde bûne û ew jî belgeya wê yekê ye ku xelk girîngiyê dide tenduristî û werzişê.”

Nexweşî li nava ciwanan jî zêde bûye

Li gorî gotina Dr. Zana, pêwîst e her kes xwe nîşanî bijîşkên dil bide û dem bi dem şerîta dilê xwe bigire.

Li gorî gotina Dr. Zana, nexweşiya dil li nava ciwanan zêde bûye û wiha got:

“Berê nexweşiya girtina damarên dil bi kesên 50-60 salî re çêdibû.

Niha li nava ciwanan jî nexweşiyên dil zêde bûne. Me neştergerî ji bo nexweşekî 28 salî kiriye. Ev yek berê kêm bû. "

Dr. Zana Baban behsa krîza dil jî kir û da zanîn ku krîz ne tenê li dilê mirovan li dest û nigên mirovan jî dide.

Li gorî gotina Dr. Zana Baban dema herikîna xwînê di dest û nigên însên de bisekine di wan endamên bedena mirov jî de krîz pêk tê.

“Bi dehan rêyên xweparastinê hene”

Di berdewamiyê de Dr. Zana Baban behsa rêyên xweparastina ji nexweşiyên dil kir û wiha berdewam kir:

“Bi dehan rêyên xweparastina ji nexweşiyên dil hene. Nekişandina cixareyê, rêxistina demên xewê, tevgera rojane û şêwaza jiyanê, hemû bandorê li dil dikin.

Dema nexweşek tê yekser em dizanin, şêwaza wî ya jiyanê tendurist nîne. Bi taybetî diyarkirina demên xewê û têrxewî wisa dike ku endamên bedena însan xwe nû bikin.”

“Rojane 15- 20 neştergeriyên dil tên kirin”

Gelo dil jî bi penceşêrê dikeve?

Xwendekarekî beşa bijîşkiyê yê Zanîngeha Hewlêrê li ser nexweşiyên dil wiha pirsî:

“Gelo dil jî bi bi penceçêrê dikeve?”

Azad Baban wiha bersiv da:

“Belê dil jî bi penceşêrê dikeve lê pir kêm caran. Em jî bi dîtina wê nexweşiyê kêfxweş in.”

Li gorî gotina Dr. Azad Baban beriya sala 2007an neştergeriya dil Herêma Kurdistanê nedihat kirin lê aniha rojane 15-20 neştergeriyên dil tên kirin.

“Şêwaza jiyanê sedema nexweşiyên dil e”

Bijîşkê xorak û metabolîzmayê Dr. Ehmed Dizeyî jî tevlî bernameyê bû.

Dr. Ehmed Dizeyî amaje bi wê yekê kir ku ji sedî 90ê sedemên nexweşiyên dil şêwaza jiyanê ye.

Li gortî gotina Dr. Ehmed Dizeyî, xelkê Herêma Kurdistanê nizane xwe ji nexweşiyan biparêze û şêwaza jiyana xwe biguhere.

Dr. Ehmed Dizeyî jî behsa girîngiya saet û demên raketinê kir û wiha got:

"Eger kesek saet 04:00ê serê sibehê hişyar bibe û saet 13:00ê piştî nîvro şiyar bibe hemû endamên bedena wî têk diçin.

Yanî xewa bê bername û plan bandorê li ser têkçûna bedena însên dike. "

Dema herî baş a raketinê ew e ku mirov saet 10-11an rakeve û serê sibehê jî zû xew şiyar bibe.

Piranî heta ji heta sedî 80-90ê nexweşên dil heta piştî saet 12:00an şiyar mane.

Niha hinek ciwan heta 3-4ê şevan li kafeyan şiyar dimînin. Êdî dê çawa jiyana wan têk neçe?

Ji bo însên ku nexweş nekeve, xeweke baş yanî têrxewî, tevgera rojane û werziş dermanên herî baş in.

“Piştî pandemiyê şêwaza jiyanê guherî”

Serokê Beşa Tenduristiyê ya Zanîngeha Hewlêrê Dr. Senger Mihemed jî mêvanê bernameyê bû.

Li gorî gotina Dr. Senger Mihemed piştî salên pandemiya koronayê şêwaza jiyanê ya xelkê guheriye.

Dr. Senger Mihemed behsa guherîna saetên xewê yên welatiyan kir û wiha berdewam kir:

"Piştî koronayê, gelek guherîn di dema xewa mirovan de pêk hatin. Qurbanê vê meseleyê jî herî zêde zarok in.

Zarok jî wekî endamên din ê malbata xwe dereng radikevin. Li gorî rapirsiyeke piştî koronayê demên raketina xelkê guherîne.

Têkçûna demên xewê û bêxewî ne tenê sedema nexweşiya dil in, her wiha sedema bi dehan nexweşiyan in.

“Hinek dermanxane dermanên ku dixwazin didin nexweşan”

Dr. Bawacî Kerîm jî  mêvanekî din ê bernameyê ye.

Li gorî gotina Dr. Kerîm Bewacî rast e sedema yekem a mirina li Herêma Kurdistanê krîz û girtina damarên dil e lê lêkolîn li ser wan nexweşan nayê kirin û ev jî pirsgirêkeke mezin e li Kurdistanê.

Dr. Bawacî Kerîm behsa pirsgirêka di warê dermanxaneyan jî de kir û wiha berdewam kir:

“Hinek dermanxane tiştê ku ew dixwazin bifroşin didin nexweşan, an jî li gorî daxwaza xwe bihayê dermanan diyar dikin.

Di heman demê de li piraniya welatan bihayê dermanan hatiye diyarkirin."

Li gorî gotina Dr. Bawacî Kerîm ne tenê dermanxane divê navendên tenduristiyê jî werin organîzekirin û bihayên wan jî werin kontrolkirin.

Her wiha Dr. Bawacî Kerîm di wê baweriyê de ye ku divê hevahengî di navbera Wezareta Tendirustiyê û navendên lêkolînê de hebe û lêpirsîn û çavdêrî li ser navendên tenduristiyê hebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst