Li Amedê êrişa çekdarî: Jinek û mêrek hatin kuştin

01-04-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Êrişa Çekdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li taxa Kaynartepeyê ya navçeya Rezana Amedê di encama êrişeke çekdarî de jinekê û mêrekî canê xwe ji dest da.

Li taxa Kaynartepeyê kes an jî kesên nenas bi çekê êrişî malekê kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku Mehmet S. û Sevda M. yên ku li heman malê dijîn canê xwe ji dest daye.

Tîm piştî lêkolîna li cihê bûyerê dê cenazeyan ji bo otopsiyê bişînin morga Saziya Tiba Edlî ya Amedê.

Polîsan ji bo girtina gumanbar an jî gumanbarên reviyayî xebat dan destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst