Koça ciwanan a ji Herêma Kurdistanê kêmtir bûye

Duh li 04:38
RÛDAW
Nîşan Koçber Herêma Kurdistanê Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îsal li gorî salên borî koça ji Herêma Kurdistanê kêmtir bûye. Serokê Komeleya Penaberên Vegeriyayî got, “Îsal rêjeya koçê bi awayekî berbiçav kêm bûye.”

Serokê Komeleya Penaberên Vegeriyayî Bekir Elî diyar kir ku ji sala 2023yan heta niha zêdetirî 30 hezar û 500 kesî ji Herêma Kurdistanê koç kiriye.

Serokê Komeleya Penaberên Vegeriyayî Bekir Elî ji Rûdawê re got:

“Ji sala 2023an heta 2024an, zêdetirî 21 hezar kesî ji seranserê Herêma Kurdistanê koçî welatên Ewropayê kiriye.

Ji vê hejmarê nêzîkî 3 hezar û 500 kes xelkê devera Raperînê bûn.”

Serokê Komeleya Penaberên Vegeriyayî ji hemû da zanîn, kesên ku ji sala 2023an heta 2024an koç kiriye, 37 kes ji wan mirine ku şeş kes ji wan xelkê devera Raperînê bûne.

Ji sala 2024an heta 2025an jî ji Herêma Kurdistanê nêzîkî 8 hezar kesan koç kiriye ku piraniya wan ciwan in. Ji vê hejmarê jî 2 hezar û 300 kes xelkê devera Raperînê ne.

Her wiha sala 2024an 46 kes di rêya koçê de mirine ku 16 kes ji wan xelkê devera Raperînê bûne.

Serokê Komeleya Penaberên Vegeriyayî li ser koça ciwanan a îsal jî anî ziman:

“Bi kêfxweşî îsal rêjeya koçê bi awayekî berbiçav kêm bûye.”

Bekir Elî li ser sedema kêmbûnê koçê jî got:

“Ji ber nêrîna welatên Ewropayê ya li hemberî koçberan û bernameya karê nû ya welatan a ji bo valakirin û nehiştina koçberên bê maf a li wan welatan e.

Her wiha civînên di navbera wezaretên karên derve yê Îraq û Brîtanyayê jî sedemeke din e.”

Bekir Elî da zanîn ku li gorî amarên ne fermî di 3 mehên salê de, zêdetirî hezar û 500 kesî koç kiriye ku 160-170 kes ji wan ji devera Raperînê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst