Nasnameya 2 şervanan hat eşkerekirin

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan HSD Şervan Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nasnameyên 2 şervanên canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şervanên ku li deverên cuda û di dîrokên cuda de canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên 2 şervanan wiha ne:

Hemod (Ehmed Îsmaîl El Kesar) li Dêrezorê ji dayîk bûye û 4ê Adara 2025an li Minbicê canê xwe ji dest daye.

Zeyd (Mihemed Xelîl El Muteb) li Sîheyê ji dayîk bûyerê û 10ê Adara 2025an li Besîrayê canê xwe ji dest daye.

HSDyê sersaxî ji malbatên her du şervanan re xwest û got:

“Em soz didin ku em ê heta pêkanîna armanc û hêviyên wan ên gihandina welateke ewle û ji dagirkerî û terorê paqij, tê bikoşin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst