Di betlaneya Newrozê de zêdetirî 200 hezar geştyarî berê xwe da Sineyê

Duh li 10:02
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Newroz Sine
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Geştyariyê û Mîrasên Çandî yê Sineyê got, “Di betlaneya Newrozê de 203 hezar geştyar hatin serdana Sineyê.”

Birêvebirê Geştyarî û Mîrasên Çandî yê Sineyê Mensûr Mêhrzad li ser geştyarên ku di Newrozê de berê xwe daye parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Birêvebirê Geştyariyê û Mîrasên Çandî yê Sineyê Mensûr Mêhrzad ragihand:

“Li gorî amarên dawî, di 10 rojan de 203 hezar û 725 geştyar hatine parêzgeha Sineyê.

Li gorî par ev hejmar ji sedî 16 zêde bûye.”

Mensûr Mêhrzad da zanîn, bajarokên ku herî zêde geştyarî berê xwe daye wan jî Bane, Merîwan û Sewlawa ne.

Di betlaneya Newrozê de gelek geştyar ji deverên cuda yên Îranê berê xwe didin Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî jî bajarên sînorî.

Li bajarên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê bazara firotina kel û pelên biyanî heye, geştyar kel û pelên navmalê û cil û bergan ji wan bazaran dikirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst