Li Amedê êrişa çekdarî: Miriyek, birîndarek

06-01-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Êrişa Çekdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di êrişeke çekdarî de kesek mir û kesek jî birîndar bû.

Li Kolana Yaşar Kemalê ya Amedê 2 kesan bi çekan gule bi ser kesekî de barandin û di encamê de ew kes û şofêrê otobusê ku li ser rê bû birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê û her du kesên birîndar birin nexweşxaneyê.

Şofêrê otobusê ku gule li serê wî ketibû û bi giranî birîndar bûbû li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Cenazeyê şofêrê otobusê dê bi merasîmekê li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bê veşartin.

Hat ragihandin ku ji bo desteserkirina her du êrişkaran operasyon berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst