RÛBAROK - Xalê Ehmedê 73 salî mîna xortan futbolê dilîze

20 demjimêr berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Ehmed Kaynak û xortên Gundê Navberojiyayê / Wêne û dîmen: Rûdaw
Ehmed Kaynak û xortên Gundê Navberojiyayê / Wêne û dîmen: Rûdaw
Nîşan Rûbarok Gundê Navberojiya Ehmed Kaynak Futbol
A+ A-

Rûbarok (Rûdaw) - Dîmenên kalemêrekî Kurd ê 73 salî dema futbolê dilîze û golan diavêje li ser torên civakî gelek bala xelkê kişandiye.

Navî wî Ehmed e û ew xelkê gundê Navberojiyan a navçeya Rubarokê ya Colemêrgê ye. Ehmed bi temenê xwe yê 73 salî bi ciwanan re derdikeve qada futbolê û golên ji hev xweştir diavêje.

Tîmên futbolê li nav qadeke ax di bin siya Çiyayê Govendê li herêma Navberojiya ya Rûbarokê  futbolê dilîzin.

Beriya ku tîm bigehin nav qadê li gund rahênênê dikin.

Di nav tîmê de Ehmedê Kaynakê 73 salî heta 8 saliyê li Hewlêrê jiyaye û cara ewil jî li wir futbol nas kiriye.

Tevî temenê xwe ew jî futbolîstekî zîrek e.

“Ji bo tenduristiyê gelekî baş e”

Ehmed Kaynak ji Rûdawê re got:

“Min 8 saliya xwe dest bi topanê kir dûv re min 10 saliya xwe dest jê berda heta pîratiyê.

Di pîratiya xwe de min careke din dest pê kir. Ji bo tenduristiyê gelekî baş e. Ji bo bedenê xwe ez gelek sûdê jê dibînim.

Futbol gelekî baş e. Ez her dem meraqa futbolê dikim û hefteyê du caran ez bi ciwanan re diçim Rûbarokê û em futbolê dilîzin.

Dîmenên dema Ehmed Kaynak bi awayekî profesyonel golan diavêje li nav torên civakî belav bûne û gelek bala xelkê kişandiye.

Bi nevî û zarokên xwe re futbolê dilîze

Wî 18 zarok û 58 nevî hene û gelek caran jî ew li qada futbolê bi nevî û zarokên xwe re futbolê dilîze û her dem şîreta qencî û başiyê li werzişkaran dike.

Ciwanî ji Gundê Navberojiyayê Enes Kaynak jî got:

“Bi xal Ehmed re lîstija futbolê gelekî xweş derbas dibe. Em gelek keyfê dibînin û ew baş bi pêş ketiye”

“Xalê Ehmed lîstika me xweştir dike”

Ciwanê ji Gundê Mûsekayê Azmî Eren jî wiha got:

“Em her car bi xal Ehmed re  diçin topanê, ew lîstika me xweştir dike. Em ji gundên din tên ku bi wî re bileyîzin.

Ji bo ku lîstika me xweş û rihet derbas bibe ew her car şîretên xweş li me dike, her car dibêje hêdî bileyîzin û ji bo hev baş bin.”

Li Gundê Navberojiyayê hinek aligirên xalê Ehmedî jî hene û her dema ew golekê diavêje jî kêfxweş dibin

“Ew kêfa ciwanan xweş dike”

Xelkê Gundê Navberojiyayê Kazim Kaya jî got, “Ya rastî em gelekî kêfweş in û kesekî temenê wî 73 sal bi ciwanên me re topanê bike. Ev jî zewq e.

Em jî carnan tên û wî temaşe dikin. Em gelek jê razî ne. Ew bi vî temenê xwe kêfa ciwanên me xweş dike em jî pê kêyfxweş dibin.

Muxtarê Gundê Navberojiyayê Ayhan Dînç da zanîn ku ew bi ciwanan re diçe û got:

“Ew dibêje futbol dostanî ye, jihevxwedîderketin e, yekbûn e.

Berdewam ew şîretên baş li ciwanan dike. Bi roj li gund topanê dike û êvaran jî diçe Rûbarokê.

Xal Ehmedê 73 salî endamê tîma futbolê ya Gundê Navberojiyayê ye û hefteyê du rojan li hemberî timên gundên Rûbarokê derdikeve qada futbolê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst