Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya DEM Partî û DBPyê bi Nûnertiya PYDyê ya li Silêmaniyê re civiya.
Şandeyek ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku ji 6 kesan pêk tê hat Herêma Kurdistanê.
Di nava şandeya hevbeşa DEM Partî û DBPyê de Hevserokê DBPyê Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Têkiliyên Derve yên DEM Partiyê Berdan Ozturk û Ebrû Gunay, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz û Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Fîdan cih digirin.
Şandeya DEM Partî û DBPê îro Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya li Silêmaniyê ziyaret kir.
Şande ji aliyê Nûnerê PYDê yê Herêma Kurdistanê Cawîdan Kemal Hesen û Endama Meclîsa Giştî ya PYDyê Bêrîvan Mihemed ve hat pêşwazîkirin.
Li gorî medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê şandeya DEM Partî û DBPyê bal kişandin ser rola aliyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê ji bo pêvajoya aştiyê.
Behsa peyama Ocalan hat kirin
Li gorî nûçeya Rojnewsê di civînê de li ser peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” nîqaş hatiye kirin.
Li gorî zanyariyên berdest armanca şandeya DEM Partî û DBPyê ya Herêma Kurdistanê nîqaş û gotûbêjên li ser peyama Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurdan in.
Divê were gotin Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê jî 15yê Sibatê hatibû Herêma Kurdistanê.
Ew heyet bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê YNKyê Bafil Talebanî û Alîkarê Serokweîzr Qubad Talebanî re hevdîtin pêk anîbû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse