Li Dêrsimê qeyûm 4 kes ji kar derxistin

23 demjimêr berê
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Dêrsim Qeyûm Şaredarî Karmend
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Xelkê parêzeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê jikaravêtina 4 karkeran a ji aliyê qeyûmê Şaredariya Dêrsimê ve protesto kir.

Li parêzgeha Dêrsimê bi pêşengiya Şaxa Dêrsimê ya Sendîkaya Kar (DISK) li dijî jikaravêtina 4 karkeran a ji aliyê qeyûmê Şaredariya Dêrsimê ve xwenîşandan hat kirin.

Di daxuyaniya Sendikaya Giştî ya DÎSKê de hat destnîşankirin ku dê têkoşîn berdewam bike.

Li Şaredariya Dêrsimê ku Walî Bulent Tekbiyikoglu wekî qeyûm hatiye danîn, 4 karkerên din jî ji kar hatin avêtin.

Hejmara karkerên ku ji kar hatine avêtin gihîşt 16 kesan.

Derxistina karkerên şaredariyê Alî Mukan, Zeynep Kiliç, Yilmazcan Şare û Hidir Yildiz hat protestokirin.

"Em qebûl nakin ku kedkar ji kar bên avêtin"

Serokê Şaxa Dêrsimê ya Sendîkaya Giştî ya DÎSKê Çetin Yolluk ragihand ku jikaravêtina karmendan bê heq û bê hiqûqî ye û got:

“Em qebûl nakin ku hevalên me yên kedkar ji kar bên avêtin”

“Bi nanê xelkê dilîzin”

Karmendê ku ji kar hatiye derxistin Alî Mukan jî got:

“Li Dêrsimê hevalan me yên ku berê ji kar hatibûn derxistin niha li vir nînin, çimkî hin ji wan çûne Almanyayê, hin jî neçar man ku biçin bajarên din.

Divê ew jiyana xwe bidomînin û ji ber vê yekê jî neçar man ji vir herin.

Em dibêjin ku êdî dest ji vê zordariyê û vê zilmê berdin, dest ji vê kiryara xirab berdin.

Sala 1938an jin, zarok û gelek mirovên me hatin kuştin. Divê hûn qanûnekê derxin û dilê van mirovan rehet bikin.”

"Mafê perwerdehiya bêpere ji zarokan hat standin"

Hunermenda Zeynep Kiliça di bin banê şaredariyê de perwerdehiya tembûrê dide zarokan jî got:

“Ev 4 sal in ez li Şaredariya Dêrsimê tembûr û stranan hînî zarokan dikim.

Xwesteka me tenê ew e ku bi zarokan re tembûrê lêxin û stranan bibêjin.

Lê ev jî ji me re pir dîtin û duh em ji kar derxistin. Em vê yekê qebûl nakin û heta ku em mafê xwe bistînin em ê li vir bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst