Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) endamekî DAIŞê li gundewarê bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê girt.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro li dijî endamekî şaneyên rêxistina DAIŞê operasyoneke ewlehiyê li bajarokê Tiwêne yê Hisîçayê pêk anî.
Li gorî daxuyaniyên ew operasyon ji Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên HSDyê ve bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî hatiye kirin.
Di daxuyaniya HSDyê de wiha hatiye gotin:
“Piştî komkirina agahiyên têkildarî tevgerê terorîstê bi navê Ebdullah Xidir Nasir El Ferox ji hêla hêzên me ve bi dawî bûn û cihê veşartina wî hat diyarkirin, ew hat girtin.
Her wiha dest bi ser 3 telefon û belgeyên takakesî yên li gel terorîst hatine dîtine, hat girtin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse