Ji Bakurê Kurdistanê bo 104 welatan îsot hat hinardekirin

07-04-2023
RÛDAW
Nîşan Îsot Hinardekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, sala 2022ê bo 104 welatan bi 10 milyon û 549 hezar dolaran îsotê hişk hatiye hinardekirin.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê, ji bilî bikaranîna zêde, bazirganiya îsotê jî bûye sektoreke girîng û bo 104 welatan îsot hat hinardekirin.

Li gor amarên Yekitiya Hinardekarên Başûrê Anadoluyê, ku hejmarek bajarên Bakurê Kurdistanê li xwe digre, sala 2022ê bo 104 welatan bi 10 milyon û 549 hezar dolaran îsot hat hinardekirin. Di rêza yekemîn a hinardekirina 2022an de Almanya 435 hezar dolaran di rêza yekem, bi 430 hezar dolaran Hollanda di rêza duyem û bi 362 hezar dolaran Erebîstana Suudî di rêza sêyem de ye.

Herwiha di 3 mehên destpêkê yên îsal de hinardekirina îsotan li gor heman mehên sala 2022ê %14 zêde bû bo 68 welatan bi 2 milyon û 877 hezar dolaran îsot hat hinardekirin. Di mehên Çile, Sibat û Adara 2023an de di serî de bo Almanya, Hollanda, Erebîstana Suudî, Brîtanya, Herêma Kurdistanê û Iraq, Fransa, Amerîka, Rûsya, Îmarat, Lîbya, Kanada, Çin, Umman, Japonya, Bulgaristan, Gana, Mozambîk, Kuba û Fas 1035 ton îsotên hişk hat hinardekirin.

Serokê Meclîsa Borseya Bazirganiyê ya Rihayê Îsa Kizildemir dibêje “Zêdebûna hinardeya îsotê ku sala par dest pê kir di 3 mehên destpêkê yên îsal de jî berdewam kir. Cotkarên me tevî hemû zehmetiyan berhemanîna xwe berdewam dikin.

Îsa Kizildemir got jî “Ku tûjî û îsot bê gotin Riha tê aqilan. Îsotên Tirkiyê beşêke mezin li Rihatê tê çandin. Kompaniyên hinardekirinê îsotên me ji welan re hinarde dikin. Di sala pêşiya me de ez bawer dikim îsotên me dê hîn zêde metbexên dewletan bi tam bikin. Di demeke hindik de berhemên îsotan derkevin. Eger piştgiriya berhemhênerên îsotê bê kirin, dê hinardeya me zêde bibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst