Riha îsotên xwe hinardeyî 67 welatan dike

12-04-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Îsot Hinardekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji parêzgeha Rihayê di sê mehên destpêkê de ji 67 welatan re bi 3 milyon û 597 hezar dolaran îsotê hişk hat hinardekirin.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê, ji bilî bikaranîna zêde, bazirganiya îsotê jî bûye sektoreke girîng û sala 2023yan ji 99 welatan re îsot hat hinardekirin.

Li gorî amarên Yekîtiya Hinardekarên Başûrê Anadoluyê ku hejmarek bajarên Bakurê Kurdistanê li xwe digire, sala 2023yan ji 99 welatan re bi 12 milyon û 226 hezar dolaran îsotê hişk hat hinardekirin.

Di hinardekirina îsotan a 2023yan de Almanya bi 573 hezar dolaran di rêza yekem de, bi 514 hezar dolaran Amerîka di rêza duyem û bi 511 hezar dolaran Holenda di rêza sêyem de ye.

Herwiha di 3 mehên destpêkê yên îsal de hinardekirina îsotan li gorî heman mehên sala 2023yan ji sedî 25 zêde bû û ji 67 welatan re bi 3 milyon û 597 hezar dolaran îsot hat hinardekirin.

Di mehên Kanûna Paşîn, Sibat û Adarê de di serî de Almanya, Amerîka, Holenda, Erebîstana Siûdî, Brîtanya, Herêma Kurdistanê û Îraq, Fransa, Amerîka, Rûsya, Îmarat, Lîbya, Kanada, Çîn, Umman, Japonya, Bulgaristan, Xana, Mozambîk, Kuba û Fas hezar û 112 ton îsotê hişk hat hinardekirin.

Serokê Meclîsa Borseya Bazirganiyê ya Rihayê Îsa Kizildemir ragihand ku zêdebûna hinardeya îsotê hişk ji cotkar û hinardekaran re bextewarî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst