Li Amedê qehwexane tên girtin

17-06-2024
RÛDAW
Nîşan Qehwexane Amed Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber rewşa aborî qehwexane tên girtin.

Li gorî amarên ku Serokê Odeya Qehwexaneyan a Amedê belav kirine, li Amedê 809 cih wekî qehwexane hatine qeydkirin.

Serokê Odeya Qehwexaneyan a Amedê ragihand ku di nav 16 mehên dawî de, ji wan 218 hatine girtin.

Herwiha hat diyarkirin ku ji ber ku parêzgeha Amedê ji herêma erdhejê hatiye derxistin, xwediyên kar nikarin kargehên xwe bi kar bînin.

Bajarê Amedê jî yek ji wan parêzgehan bû ku di erdhejên 6ê Sibata 2023yan de zerereke zêde gehiştibû.

Di encama erdhejê de 5 hezar û 484 avahiyan zerer zêde ditîbûn.

Herwiha zerer gihîştibû 2 hezar û 828 avahiyên din jî zererên wan ne zêde nbûn.

Bi giştî 8 hezar û 312 avahî ji bikaranînê ketibûn.

Li aliyên, bi giştînameya Serokkomariya Tirkiyeyê ew avahiyên zerera wan zêde nebû jî wekî avahiyên herî bi zerer hatibûn qebûlkirin.

Piştî wê yekê jî Amed ji nav herêma erdhejê hat derxistin û alîkarî ji welatiyan re nehat dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst