Bakurê Kurdistanê di mehekê de herî zêde kelûpel hinardeyî kîjan welatî kirine?

08-02-2024
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Îraq Başûrê Kurdistanê Hinardekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Hinardekarên Rojavayê Anadolê ku 16 parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî li xwe digire ragihand ku meha Kanûna Paşînê hinardeya wan ji sedî 15,5 zêde bûye.

Wan di nav 182 welatan de herî zêde kelûpel hinardeyî Îraq û Başûrê Kurdistanê kirine.

Yekîtiya Hinardekarên Rojavayê Anadolê parêzgehên Agirî, Erdexan, Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Erzirom, Erzîngan, Xarpêt, Îdir, Colemêrg, Mûş, Şirnex, Dêrsim, Wan, Qers û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê û parêzgehê Bayburtê yê Tirkiyeyê li xwe digire.

Li gorî amarên Encûmena Hinardekarên Tirkiyeyê û Yekîtiya Hinardekarên Rojavayê Anadolê her 16 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û bajarê Bayburtê Kanûna Paşîna 2023yan bi bihayê 178 mîlyon û 437 hezar dolar kelûpel hinarde kiribûn lê Kanûna Paşîna îsal hinardeya wan ji sedî 15,58 zêde bûye û gihiştiye 206 milyon û 233 hezar dolaran.

Yekîtiya Hinardekarên Rojavayê Anadolê ragihand ku wan Kanûna Paşîna îsal ji bo 182 welatan kelûpel hinarde kirine lê di nav welatan de bi 70 milyon û 115 hezar dolaran herî zêde kelûpel hinardeyî Îraq û Başûrê Kurdistanê hatin kirin.

Piştî Îraq û Başûrê Kurdistanê, Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi 12 milyon û 728 hezar dolaran di rêza duyem de ne.

Almanya bi 9 milyon û 948 dolaran di rêza sêyem de, Azerbaycan û Nahçivan bi 8 milyon û 335 hezar dolaran di rêza 4em de, Gurcistan bi 7 milyon û 54 hezar dolaran di rêza pêncem de û Çîn jî bi 6 milyon û 863 hezar dolaran şeşemîn welat e ku 16 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û parêzgeheke Tirkiyeyê Kanûna Paşîna îsal herî zêde kelûpel hinardeyî wan kirine.

Li gorî Yekîtiya Hinardekarên Rojavayê Anadolê Kanûna Paşîna îsal wan parêzgehan herî zêde berhemên sebze û fêkî, madeyên kîmyayî û berhemên sektora makîneyan hinarde kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst