Enflasyona meha hezîranê diyar bû

03-07-2024
Nîşan TUIK ENAG Enflasyon Hezîran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî TUIKê enflasyona hezîranê ji sedî 71,60 lê li gorî ENAGê ji sedî 113,08 e.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) û Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) amarên enflasyonê yên hezîrana borî eşkere kirin.

Li gorî TUIKê enflasyon hezîranê ji sedî 1,64 zêde bûye û salane jî gihiştiye ji sedî 71,60î.

Li gorî ENAGê rêjeya enflasyona meha Hezîranê ji sedî 4,27 e û ya salane gihiştiye ji sedî 113,08an.

Wekî ku tê ditîn di navbera amarên her du saziyan de ferqeke zêde heye.

Li gorî amarên TUIKê, hezîranê li gorî gulanê herî zêde bi rêjeya ji sedî 3,79an bihayê sektora avahîsaziyê zêde bûye.

TUIKê da zanîn ku bihayê sektora cil û bergan bi rêjeya ji sedî -0,58 daketiye.

Perwerde jî li gorî heman meha sala borî ji sedî 107,11 biha bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst