Xarpêt masiyên xwe hinardeyî Ewropa û Amerîkayê dike

27-04-2024
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Xarpêt Masî Hinardekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Masiyên ku li Gola Hezarê ye li Xarpêta Bakurê Kurdistanê tên xwedîkirin hinardeyî welatan tên kirin.

Bi sedan hewzên taybet ên xwedîkirina 5 corên cuda yên masiyan hatine çêkirin.

Rêveberê Giştî yê Berhemên Avî Mustafa Altug li ser xwedîkirina masiyan anî ziman:

“Di warê xwedîkirin, berhemanîn û hinardekirina canewerên avî de, hindik maye em bigihin rêza yekem a Ewropayê.

Di ware xwedîkirina masiyan de, plana me ya heyî wiha kiriye ku em li ser asta welatên Ewropayê di rêza yekem de bin, bi taybetî di xwedîkirina masiyên levrek, selemûn, deqsor, masiyê Mêrsîn û Şabutê de.”

Deqsor ew corê masiyan e ku ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelekî tê hinardekirin.

Par 180 hezar ton hat hinardekirin û beşa herî zêde jî ji Xarpêtê bû.

“35 hezar ton masiyên deqsor hatin berhemanîn”

Rêveberê Giştî yê Berhemên Avî Mustafa Altug herwiha da zanîn:

“Tenê li Xarpêtê, par 35 hezar ton masiyên deqsor hatin berhemanîn û bi bihayê 60 milyon dolarî hatin hinardekirin.

Ji bo sala 2024an plana me ya taybet heye ji bo zêdekirina xwedîkirin û hinardekirina masiyên deqsor ên Xarpêtê.”

Li gorî amarên fermî par 500 hezar ton masî hinardeyî welatên Yekîtiya Ewropayê û Amerîkayê hatiye kirin û dahata wê 1,7 milyar dolarên Amerîkî bûye.

Wezareta Çandiniyê ya Tirkiyeyê plan daniye ku îsal asta hinardekirina masiyan bigihîne zêdetirî 2 milyar dolaran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst