Kareba ji sedî 38 hat bihakirin: ‘Bila aqilê xwe bide serê xwe’

28-06-2024
Nîşan Kareba Zem Bertek Cotkar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistan kareba ji sedî 38 hat bihakirin û ev yek bû sedema gelek bertekan.

Saziya Sererastkirina Bazara Enerjiyê (EPDK) ragihand ku elektrîk ji sedî 38 hatiye bihakirin.

Ligel bihakirina nû 100 kWh elektrîka malan dibe 207,23 lîreyên Tirkî ku dike derdora 6 dolar û 30 centî.

Li gor daxuyaniyê, karebaya ku cotkar ji bo çandiniyê bi kar tînin jî ji sedî 30 hatiye bihakirin.

Herwiha dê ji 1ê Tîrmehê û pê ve kareba bi vî fiyetê nû were bikaranîn.

Piştî vê biryarê gelek kesan bertek nîşanî vê zema nû da û bi taybetî jî mixalefet dixwaze ku ev biryar were betalkirin.

“Divê Mehmet Şîmşek aqilê xwe bide serê xwe”

Murat Emîrê Serokwekîlê Grûpa CHPyê bal kişand ser metirsiye enflasyonê û got:

“Eger hûn di mehekê de elektrîkê ji sedî 38 biha bikin hûn nikarin pêşiya enflasyonê bigirin.

Piştî ku ev yek bû hûn bibêjin karkeran ez salekê mûçeyê we zêde nakim ji ber ku ez dê enflasyonê daxim kes ji vê yekê bawer nake.

Divê Mehmet Şîmşek aqilê xwe bide serê xwe.”

Piştî vê zema nû dê di kelegerma havînê de rojên zehmet li pêşiya xelkê û cotkaran bin.

“Bê wijdanî û şerm e”

Selçuk Ozdagê Parlamentarê Partiya Paşerojê destnîşan kir û havînê kareba ji bo çandiniyê pêwîst e û li pey çû:

“Niha demsala havînê hat û mirov dê zêdetir elektrîkê bi kar bînin, klîma dê bixebitin.

Li aliyekî jî havîn e û dê di çandiniyê de kareba bê bikaranîn.

Di vî warî de bihakirina bi rêjeya ji sedî 38an bê wijdanî û şerm e.

Kî vê bihakirinê dike? Kompanyayên taybet dikin.

Kê ev maf daye wan û ev kar xist destê sektora taybet? Desthilatê. Ev hikumet çavdêriya wan nake."

Li hêla din, li Tirkiyeyê gulana borî rêjeya enflasyonê ji sedî 75,45 bû.

Pisporên aboriyê dibêjin dê bihakirina elektrîkê ji serî heta binî bihabûnan bi xwe re bîne û eger heye meha hezîranê de rêjeya enflasyonê bilindtir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst