Metal Îş: Sînorê hejariyê 63 hezar lîre derbas kir

17-06-2024
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Hejarî Birçîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînan a Metal-Îşê ya Yekgirtî da zanîn ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê 18 hezar û 389 lîre ye û sînorê hejariyê 63 hezar û 955 lîre ye.

Navenda Lêkolînan a Metal-Îşê ya Yekgirtî amarên sînorê birçîbûn û hejariyê yên Gulana 2024an eşkere kirin.

Metal-Îşê destnîşan kir ku rêjeya sînorê birçîbûn û hejariyê di nav salekê de hema bêje ji sedî 100 zêde bûye.

Li gorî amaran, sînorê birçîbûnê yê malbateke 4 kesî 18 hezar û 389 lîre ye û sînorê hejariyê yê malbateke 4 kesî 63 hezar û 955 lîre ye.

Metal-Îşê diyar kir ku ji bo jiyaneke tendurist ji bo her malbatekê rojane pêwîstî bi 600 lîreyî heye. 

Herî zêde bihayên goşt, hêk û beqliyatan zêde bûye û ji sedî 28,7ê xerciyan li van berheman diçin.

Piştî van jî bi rêjeya ji sedî 26,2yan hêşînahî û fêkî tên.

Divê were gotin ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mûçeyê herî kêm 17 hezar û 2 lîre ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst