Benzîn û mazot dîsa biha dibin: Li Amedê 44 lîreyan derbas dike

24-06-2024
Nîşan Benzîn Mazot Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê benzîn bi qasî 2 lîreyan û mazot jî bi qasî 1,68 lîreyan biha dibe.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, benzîn û mazot dê ji sibe pê de biha bibin.

Piştî vê zemê lîtreyeke benzîn û mazotê 43 lîreyan derbas dike.

Bi bihayên nû re lîtreya benzînê li Stenbolê dibe 42,30 lîre, li Enqereyê dibe 43,24 lîre û li Îzmîrê jî dibe 43,54 lîre.

Bihayê lîtreyeke mazotê jî li Stenbolê dibe 42,35 lîre, li Enqereyê dibe 43,31 lîre û li Îzmîrê jî dibe 43,70 lîre.

Li Amedê 44 lîreyan derbas dike

Li Amedê jî bihayê benzînê dibe 44,27 lîre û bihayê mazotê dibe 44,36 lîre.

Piştî hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyeyê yên 14ê Gulana 2023yan rêjeya bihabûna mazot û benzînê ji sedî 100 derbas kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst