‘Zêrê zer’ ê Îdirê hinardeyî çend welatan tê kirin

18-06-2024
RÛDAW
 Li Îdirê çinîna qeysiyan dest pê kir
Li Îdirê çinîna qeysiyan dest pê kir
Nîşan Îdir Qeysî Hinardekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê demsala çinîna qeysiyan dest pê kir ku wekî zêrê zer jî tê naskirin.

Qeysiyên Îdirê ji bilî bazara navxwe hinardeyî çend welatan jî tê kirin

Qalîteya qeysiyên îsal ên deşta Îdirê dilê cotkaran xweş kiriye.

Qeysiyên Îdirê, piştî tên çinîn 15 rojan di sardxaneyan de dimînin û tên dermankirin, piştre dest bi hinardeya wan tê kirin.

Saziya Patent û Markayan a Tirkiyeyê coreyeke taybet ê qeysiyan li ser navê Îdirî qeyd kiriye.

Qeysiyên Îdirê ne tenê li navxwe herwiha, hinardeyî çendîn welatan jî tên kirin.

Cotkarên  Îdirê, dibêjin her çi qas qeysiyên Meletiyê, bi nav û deng in lê qeysiyên Îdirê, gelekî xweştir in.

Cotkarên Îdirê li bendê ne ku îsal berhemê qeysiyan li wê parêzgehê bigihêje 40 hezar tonî.

Bi vî awayî li ser asta Tirkiyeyê dibe çaremîn bajarê ku herî zêde qeysî lê tê berhemanîn.

Cotkar Tulgay Demir got:

“Me dest bi çinîna qeysiyên Îdirê kir. Piştî çinînê em qeysiyan di sarincan de diparêzin û piştre em hinardeyî derveyî welat û gelek bajarên Tirkiyeyê dikin.

Qeysiyên Îdirê bi tama xwe di cîhanê de bê minak in.”

“Berhemê qeysiyan îsal kêm e”

Cotkar Erdal Savaş jî got:

“Berhemê qeysiyan li gor par kêm e lê berhemekî bi kalîte ye.

Biha jî baş in, ew dê wê valahiyê dagire. Em van qeysiyan hinardeyî Rûsya, Gurcistan û Azerbaycanê dikin.”

Kîloya qeysiyên Îdirê li nav bax di navbera 35-40 lîreyan de ye.

Cotkarekî jî diyar kir  li bendê ye îsal berhemê baxê wî  bigihêje 2 hezar tonan û got:

“Îsal berhemê qeysiyên me baş e. Bi saya Xwidê dê demsaleke bi xêr û bereket be.

Em qeysiyan hinardeyî Ukrayna, Girasnadar û Rûsyayê dikin. Piştî cejnê em dê dest bi hinardeyê bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst