Zêdekirina xercên li deriyên sînorî: ‘Em dê ji birçîna bimirin’

26-06-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Deriyê Sînorî yê Zêtê / Wêne: Rûdaw-Arşîv
Deriyê Sînorî yê Zêtê / Wêne: Rûdaw-Arşîv
Nîşan Deriyên Sînorî Xerc Zêdekirin Bazirgan Neçarî
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Tirkiye xwe amade dike ku xercên li deriyên sînorî zêde bike û xelk ji niha ve ketiye heyra nanê xwe.

Ji Bakurê Kurdistanê bi taybetî jî ji bajarên wekî Colemerg û Şirnexê rojane gelek Kurd derbasî Başur û Rojhilatê Kurdistanê dibin.

Tenê Colemêrgê 3 deriyên sînorî hene ji wan Deriyê Bajêrgeyê dikeve ser sînorê Urmîyeya Rojhilat û deriyên Rûbarok û Serzêrê jî li ser sînorê Başurê Kurdistanê ne.

Projeya Hikûmeta Tirkiyeyê ya zêdekirina xercên çûna derve herî zêde xelkê li ser van sînoran dilgiran û dike û wan diajo nav fikr û ramanên zehmetiya debara jiyanê.

“Em ê ji birçîna bimirin em ê xwe bikujin”

Bazirganê bi navê Mihemed Deştan tirs û matmayîna xwe wiha anî zimên:

“Em ê ji birçîna bimirin em ê xwe bikujin. Em ê çi bikin, ma dewlet wisa li xelkê xwe dike?

Me ne bazirganiyek heye ne gumrikeke cidî heye em sê kartonên çixareyan û 2 kîloyên çayê ji xwe re tînin.

Em 5 kîlo şekir tînin û 2 kiloyan ji me distînin.”

“Daxwazên xelkê bin pê dikin”

Bazirganê bi navê Cafer Erdemlî jî diyar kir ku dewlet pê li daxwazên xelkê dike û pê de çû:

“Xelkê bin pê dikin daxwazên xelkê bin pê dikin. Heta niha xerc 150 bû me nedikarî bên û biçin niha bibe 1500 wê demê kes nahê.

Dahata xelkê vê herêmê li ser vî dervazeyî ye. Eger bikin 1500 heta dibêjin wê bibe 3 hezar lîre ka wê demê xelk çi bike?”

Bazirgan Kerem Dereyê 73 salî di nav salan de çûye lê barê debarê ew neçar kiriye ku niha jî ji bo nanê zarokên xwe her roj li ser rêyan be.

“Ka em ê çi bikin?”

Kerem Dere got ku armanca wî debara mala wî ye û got:

“Jiyana me hema eve ye. Ez 73 salî me. Ez bi vî temenê xwe ji bo debara xwe têm, dibêjin wê bikin 1500 lîre.

Hema ne 1500 lîre, bikin 500 yan 700 jî ez nikarim bidim. Ka em ê çi bikin?”

Sîdar Soysal jî wekî hemû bazirganên din bi gazin e û wî wiha behsa endîşeyên xwe kir:

“Zêdekirina bihayê pulê bandoreke zêde li me dike, hemû dahata bajarê me li ser vî dervazeyî ye.

Dibêjin em ê xercê bikin 1500 heta 3 hezar lîre. Berê 15 lîre bû, kirin 50 lîre dawiyê kirin 150 lîre niha dibêjin em ê bikin 3 hezar lîre.

Ev xelke hemû xwedî malbat û zarok dê çi bike, li aliyê Tirkiyeyê kar tune.”

Divê were gotin ku ne tenê bazirgan herwiha ajokar jî ji naha ve ketina nav ramanên kûr û reşbîn.

“Nabe ku ev qas pere ji wan bê standin”

Ajokarê bi navê Alî Ozcan got ku bihakirina bi vî rengî ne meqûl e û wiha axivî:

“Em wekî xelkê Tirkiyeyê dema tên Îraqê xercê didin em ji vê yekê ne razîne.

Nabe xerc bibe 3 hezar lîre. Gelek kes ne bi armanca bazirganiyê, tenê ji bo seredana kesûkarên xwe tên.

Nabe ku ev qas pere ji wan bê standin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst