Muş: Meha Adarê hinardeya Tirkiyê %4.4 zêde bûye û gihiştiye 23.6 milyar dolar

05-04-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Hinarde Aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Bazirganî yê Tirkiyê Mehmet Muş, behsa hewldanên wan ên bo bihêzkirina peywendiyên bazirganî ligel welatên Rojhilata Navîn kir û got tevî wê rewşa nerênî ya erdhejê di berhemanîn û peydakirinê de çêbûye, meha Adarê hinarde %4.4 zêde bûye û gihiştiye %23.6 milyar dolaran.

Li Enqerê di civîneke çapemeniyê de amarên bazirganiya derve ya meha Adarê hatin ragihandin. Wezîrê Bazirganî yê Tirkiyê ragihand, tevî wê rewşa nerênî ya ku ji ber erdhejê di berhemanîn û dabînkirinê de çêbûye, meha Adara îsal hinardekirin %4.4 zêde bûye û gihiştiye 23.6 milyar dolaran û got: “Meha Adarê hawirdeya me %4.2 zêde bûye û gihiştiye 32.2 milyar dolaran. Enerjî jî ligel hawirde di meha Adarê de 6 milyar dolar bûye.”

Mehmet Muş bal kişand ser wê yekê ku di çarîka yekem a 2023an de, hinardekirina wan %2.5 zêde bûye û gihiştiye 61.6 milyar dolaran, hawirde jî %11.4 zêde bûye û gihiştiye 96.5 milyar dolaran.

Derbarê danûstandina bazirganî ya Tirkiyê ligel welatên Rojhilata Navîn de Wezîrê Bazirganî yê Tirkiyê got, ew hemû hêza xwe bikar tînin ku peywedniyên xwe yên bazirganî ligel wan welatan zêde bikin û meha Adara îsal civînek ligel Mihemed Şîyaa Sudanî û aliyên peywendîdar ên Iraq saz kirine . Muş herwiha behsa peywendiyên wan ên bazirganî ligel Îmarat û Siûdiyê jî kir.

Mehmet Muş got: "Em li gel nûnerên cîhana kar civiyan û me ew xal nirxandin ku bi rêya wan peywendiyên me yên bazirganî bihêztir dibin. Meha Adarê me serdana Riyaz kir û me peywendiyên bazirganî gotubêj kirin û behsa bihêzkirina wan peywendiyan kir."

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê Mehmet Mûş wiha got: “Bi welatên Rojhilata Navîn re, bo bihêzkirina pewendiyên bazirganî em dê hemû hêza xwe bikar bînin. Meha Adara derbasbûyî em ligel Serokwezîrê Iraqê civiyan û me peywendiyên herdû welatan ên aborî û bazirganî gotubêj kirin. Herwiha meha derbasbûyî me rêkeftineke berfireh a aborî ligel Îmaratê re îmze kir û parlamentoyê jî pesend kir. Em hêvîdar in derfetên baştir li Rojhilata Navîn bên pêş.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst