Lêkolîn - Aboriya Tirkiyeyê di 2024an de xirabtir dibe

06-11-2023
RÛDAW
Li Tirkiyeyê enflasyona zêde jiyan li xelkê teng kiriye
Li Tirkiyeyê enflasyona zêde jiyan li xelkê teng kiriye
Nîşan Tirkiye Aborî Enflasyom
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kompanya Lêkolînên Siyasî û Civakî Sarosê ragihand ku di 2024an de aboriya Tirkiyeyê xirabtir dibe.

Li Tirkiyeyê enflasyona zêde jiyan li xelkê teng kiriye.

Hewlên hikûmeta Tirkiyeyê ji bo derbaskirina krîza aborî berdewam in.

Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê diyar kir ku karê wan ê serekê kêmkirina rêjeya enflasyonê û bihêzkirina yedekên Banka Navendî ye.

Seroka Banka Navendî ya Tirkiyeyê Hafize Gaye Erkan got:

“Ligel wê tundkirina bihêz a dirav ku me meha hezîranê destpê kir, bi awayekî yekalîker şerê enflasyonê dikin. Kontrolkirina enflasyonê ku niha bilind û necîgir bûye, em dizanin proseyeke demdirêj û dijwar dibe.

Heta pêşketineke berçav di asoya enflasyonê de çêdibe, bi biryar hemû amrazên xwe bikar tînin. Armanca me ew e proseya daxistina enflasyonê di nîvê duyem ê sala 2024an de destp ê bike.”

Beşek ji partiyên opozisyonê desthilatê rexne dikin û li gorî wan, heta dadmendî çênebe, hewlên îdareya aborî bi ser nakevin.

Serokê Partiya Pêşketin û Demokrasiyê Ali Babacan jî got:

“Îdareya aborî tam pênc meh e hesinê sar dikute, pênc meh e li Tirkiyeyê çi diqewime? Di wan pênc mehan de çi pêşketinek di aboriyê de çêbû? Enflasyon zêde bû? Zêde bû. Faîz bilind bû? Bilind bû. Hejarî zêdetir berbelav bû? Berbelav bû.”

Li gorî lêkolînekê ku ji aliyê Kompanya Lêkolînên Siyasî û Civakî Sarosê ve hatiye kirin, di 2024an de aboriya Tirkiyê xirabtir dibe.

Lêkolîn li 30 bajarên mezin ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi beşdariya 2 hezar û 260 kesan hatiye kirin.

Ji sedî 57,5ê beşdaran di wê baweriyê de ne ku rewşa aborî li Tirkiyeyê ji ya niha xirabtir dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst