Hinardeya Tirkiyeyê meha borî gihişt 22,9 milyar dolaran

06-11-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Hinarde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat ragihand ku hinardeya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di Çiriya Pêşîn de li gorî heman meha par bi rêjeya ji sedî 7,4 zêde bûye û gihiştiye 22.9 milyar dolaran.

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat îro di civîneke çapemeniyê de amarên bazirganiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ya bi welatên din re eşkere kirin.

Omer Bolat ragihand ku di Çiriya Pêşîn a îsal de li gorî heman meha sala borî hinardeya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 7,4 zêde bûye û tenê di wê mehê de gihiştiye 22.9 milyar dolarên Amerîkî.

Omer Bolat got: “Bi vê yekê jî em gihiştine asta herî bilind a hinardeya meha Çiriya Pêşînê.”

Li gorî Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê di heman serdemê de hawirdeya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî bi rêjeya ji sedî 1,3 zêde bûye û gihiştiye 29.6 milyar dolarên Amerîkî.

Bolat herwiha eşekere kir ku hinardeya 12 mehan a Tirkiye û Bakurê  Kurdistanê jî bi zêdebûna ji sedî 0,7 gihiştiye 254.8 milyar dolarên Amerîkî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst