Hinardeya Tirkiyeyê ya bi Îsraîlê re ji sedî 31 zêde bû

04-01-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Hinarde Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê, meha Kanûna Pêşîna 2023yan hinardeya Tirkiyeyê ya bi Îsraîlê re ji sedî 31 zêde bû.

Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê, amarên bazirganiya derve yên meha Kanûna Pêşîna 2023yan û hemû sala 2023yan eşkere kirin.

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat 7ê Çiriya Paşîna 2023yan ragihand, piştî şerê Xezeyê yê 7ê Çiriya Pêşînê bazirganiya wan a bi Îsraîlê re ji sedî 50 daketiye.

Lê Kanûna Pêşîna 2023yan hinardeya Tirkiyeyê li gorî Çiriya Paşîna 2023yan ji sedî 31 zêde bûye.

Tirkiyeyê di meha Çiriya Paşîna 2023yan de bi 301 milyon û 499 hezar û 83 dolaran kelûpel hinardeyî Îsraîlê kiribûn.

Meha Kanûna Pêşîna 2023yan de hinardeya Tirkiyeyê ya bi Îsraîlê re ji sedî 31 zêde bû û gihişt 393 milyon û 293 hezar û 78 dolaran.

Tirkiyeyê sala 2023yan bi giştî bi 5 milyar û 93 milyon û 147 hezar dolaran hinarde li gel Îsraîlê kiriye.

Tirkiyeyê sala 2023yan herî zêde bi 883 milyon û 27 hezar û 65 dolaran pola hinartiye Îsraîlê.

Piştre jî bi 593 milyon û 792 hezar û 45 dolaran berhemên kîmyewî û bi 557 milyon û 90 hezar û 24 dolaran kelûpelên otomobîlan hinarde kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst