Pedersen: Di navbera HSD û hikûmeta demkî de kanaleke diyalogê vebû

11 demjimêr berê
Sinan Tunçdemir
Geir Pedersen, Stephane Dujarric û Sînan Tuncdemîrt / Wêne: Rûdaw Grafîk
Geir Pedersen, Stephane Dujarric û Sînan Tuncdemîrt / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen Stephane Dujarric Sûriye HSD Rojavayê Kurdistanê Tirkiye
A+ A-

New York (Rûdaw) - Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen got, “Di navbera hikûmeta demkî û HSDyê de kanaleke diyalogê hat vekirin û hefteya borî li Şamê civînek pêk hat.”

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen rapora xwe ya yekem û berfireh a piştî têkçûna desthilata Beşar Esed bi Konseya Ewlehiyê ya NYyê re parve kir.

Geir Pedersen di rapora xwe de amaje bi vê yekê kir ew dibînin ku rêya diyalogê di navbera HSD û hikumeta demkî de vebûye.

Lê di aliyê din jî Tirkiye bi rêya daxuyaniyên xwe gefan li Rojavayê Kurdistanê dixwe û di heman demê de pevçûnên li Minbiçê diqewimin jî li hember yekitî û serwerîya axa Sûriyeyê wekî gefekê ye.

“Tevî agirbestê jî şer berdewam dike”

Geir Pedersen got:

“Li bakurê rojhilata Sûriyeyê û her wiha beşek ji bajarê Helebê di bin kontrola HSD û YPGyê de ne.

Tevî agirbestê ya ku meha Kanûna Pêşîn a 2024an ji aliyê Amerîkayê ve hatibû pêkanîn jî şer di navbera HSD û Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê de berdewam dike.

Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku îhtimaleke eşkere heye ku operasyonên wan li bakurrojhilat zêde bibin.

Di heman demê de, kanalên diyalogê di navbera rayedarên demkî yên Sûriyeyê û HSDyê de hatin vekirin ku hefteya borî li Şamê civiyan.

Daxuyaniyên giştî nexşerêya pozîsyonan pêşniyar dikin lê hîn jî perspektîfa lihevhatinan nêzîk nînin.”

Di raporta Pedersen de gelek mijar derketin pêş lê bi taybetî jî pevçûnên di navbera HSD û grûbên çekdar ku Tirkiye piştgirî dide wan û her wiha êrişên bi dronan ên Tirkiyeyê ciheke taybet girtin.

Li ser vê raportê Rûdawê ji Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric pirsek kir.

“Çalakiyên leşkerî me dilgiran dikin”

Stephane Dujarric pirsa Rûdawê ya “Birêz Geir Pederson, got ku Tirkiye daxuyaniyek daye û îhtimaleke eşkere ye ku operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê dê zêdetir bibin. Hûn vê hişyariyê çawa şîrove dikin?” wiha bersivand:

“Ez li ser gotinên wî şîroveyan nakim. Ez difikirim ku tiştê ku wî got pir zelal bû û eşkere ye ku her xurtkirina çalakiyên leşkerî tiştek e ku me dilgiran dike.”

Li ser pirsa “Îro di êrişeke dronî ya Tirkiyeyê ya li Bendava Tişrînê de 6 sivîl hatin kuştin, hûn vê bûyerê çawa şîrove dikin?” Dujarric wiha got:

“Belê, ez dibêjim ez dê we vegerînim bersiva xwe ya yekem, di her tundbûna pevçûnan de dema ku sivîl dibin qurbanî em dilgiran dibin.”

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen di dawîya rapora xwe de got ku ew amade ye ku bi rayedarên demkî re kar bike û ew berdewamî bang dike û piştgiriyê dide bipêşdebirina hemû kanalên diyalogê û daxwazê ji hemû aliyan dike ku rêyên ne leşkerî bi kar bînin.

Pedersen her wiha xwest ku ji bo paşeroja Sûriyeyê biryara Neteweyê Yekbûyî ya 2254an were bikaranîn, veguhastineke pêbawer, berfireh, şefaf û nemezhebî pêk were, divê hikûmete demkî pêbawer bibe, destûra nû were çêkirin û piştre jî hilbijartineke azad û adil.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst