Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump dîsa Komara Îslamî ya Îranê tehdîd kir û diyar kir ku eger Îran bi Amerîkayê re li hev neke dê bombebaran dest pê bike.
Donald Trump ku dixwaze bi rêya dîplomatîk bi Îranê re gotûbêjan bike, berê jî gef li Îranê xwaribû lê ti carî ne bi vî awayî tund bû.
Serokê Amerîkayê ji CNNê re got: "Eger ew bi me re li hev nekin dê bombebaran çêbibe dê bombebaran çêbibe ku wan ti carî tiştekî wisa nedîtiye."
Çarşema borî, Îranê bi awayekî fermî bi rêya Umanê bersiva nameya Trump da ku tê de Serokê Amerîkayê pêşniyaz kiribû li ser lihevkirineke nû ya nukleerî gotûbêjan bikin eger na, dê alternatîfên din dijî Îranê bi kar bîne.
Trump di nameya xwe de du meh dem dabû Îranê da ku lihevkirineke nû çêbike, berevajî wê dê Amerîka êrişi Îranê bike.
Biryar bû ku bersiva Îranê îro yekşemê bigihîje destê Donald Trump lê hîn ne diyar e ka gihiştiye yan na.
Amerîkayê 2 meh destûr daye Îranê
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan roja yekşemê eşkere kir ku Tehranê di vê kêliyê de gotûbêjên rasterast bi Amerîkayê re nake lê tekez kir ku di nameya wan ji bo Trump de derfeta gotûbêjên rasterast derneketine.
Serokkomarê Îranê amaje pê kir ku berpirsyariya baweriyê li ser milê Amerîkayê ye, ji ber ku Trump sala 2018an bi awayekî yekalî ji lihevkirina nukleerî vekişiyaye.
Artêşa Amerîkayê di van çend rojên borî de çend balafirên bombeavêj ên bi navê B-2yê şandin baregeha leşkerî ya Diego Garciayayê ya li Deryaya Hindê.
Li gorî ragihihandina medyaya Amerîkayê Donald Trump ji bo çareserkirina pirsgirêkan û lihevkirinê 2 meh destûr daye Îranê.
Ev balafirên şer ên Amerîkayê dikarin bombên mezin ên ku dikarin bigihêjin cihên bin erdê hilgirin û di dema êrişî ser baregehên nukleerî yên bin erdê yên Îranê de dê xwedî roleke girîng bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse