Dusseldorf - Hefteya borî di du bûyerên cuda de du ciwanên Kurd ên li diyasporayê ji ber sedemên cuda xwe kuştin.
Ciwamekî ji wan li Almanyayê, li bajarê Pforzheim ê wîlayeta Baden-Wurttembergê bû. Ciwanekî bi navê (Ela H.) ku xelkê gundê Xanikê yê parêzgeha Dihokê bû, bi sedema dijwariya rewşa jiyana wî û bêhêvîbûna wî ji mayîna li Almanyayê dawî li jiyana xwe anî.
Her wiha dîsa hefteya borî li Brîtanyayê ciwamekî din ku 8 sal berê hatibû Ewropayê, termê wî li rawestgeheke trênê hat dîtin.
Gelek axaftin li ser nasnameya vî ciwanî hene. Tê gotin ku dê û bavê wî li Almanyayê bûn û ew vegerandine Kurdistanê. Ev ciwan jî bi tenê li Brîtanyayê mabû.
Seyid Hewramî zûzûka dosyeyên van ciwanan parve dike ku rewşa wan xirab e yan xirab bûye û daxwaza alîkariyê dike.
Hêmin Ebdulla li ser vê mijarê bi Berpirsê Kar û Barên Mirovî yê Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê bi Seyid Hewramî re gotûbêjek kiriye.
Rûdaw: Birêz Seyid Hewramî, dixwazim hûn bi xwe vê dosyeyê ji me re qal bikin, ew ciwanê Hewlêrî ku dibêjin xelkê Hewlêrê ye û heşt sal e li Ewropayê bûye, çima dawî li jiyana xwe aniye? Hûrgiliyê wê çi ne? Ne şaş bim hûn bi malbat û hevalên wî yên li Brîtanyayê re jî axivîne.
Seyid Hewramî: Mixabin ku ev nûçe ne nû ne û li Ewropayê ciwan bi vî rengî dawî li jiyana xwe tînin. Ev mînak par û salên borî jî hebûn û hêvî dikim ku em nebihîzin û dubare nebin. Diyar e ku eger em vegerin sala 2018an, ev genc berê xwe dide Ewropayê li welatê Sirbistanê, li wir ji malbata xwe vediqete. Ev genc ji malbata xwe vediqete, bav û dayîk û birayên wî berê xwe didin welatê Almanyayê, ew li Sirbistanê dimîne. Paşê em meselê pir dirêj nakin, bi çend hewlan nekariye, her çend karî bigihîje welatê Swîsreyê û demeke dirêj li Swîsreyê ma, paşê hat redkirin, dîsan xwe gihand Almanyayê, li gor gotina bavê wî pênc mehan li Almanyayê ma, Almanyayê ew şand Swîsreyê. Loma çare jê re nema û xwe gihand welatê Brîtanyayê. Dema hat vê derê bi dilxweşî bersiva erênî jê re dan, yanî mafê mayînê wergirt. Di wê demê de ku ev karesat bi ser xwe anî, mafê mayînê wergirtibû û ti sedemeke diyar nîne ka ji bo çi wisa kiriye.
Ez bi hevalên wî re axivîm li wî cihê ku çend meh berê li wir kar dikir. Kesekî goşegîr bû çawa qal dikin, kesek bû êvaran pirtûkên felsefeyê dixwendin lê me nezanî naveroka wan çi bû û behsa çi dikirin. Berdewam mijûlî xwendina pirtûkan bû, piştre jî di van demên dawî de gelekî bêkar bû, tewra di wan rojên berî ku vî karî bike, çûbû xwe fêrî karê sertaşiyê dikir da ku karibe şensê karkirinê bi dest bixe, çimkî şensê karkirinê di wî welatî de rêyeke hêsantir e da ku karibe kar peyda bike. Karên sertaşiyê bêtir li ber dest in lê vî ciwanî nekarî ser bikeve. Cara dawî li gorî wan çavkaniyên ku min bi dest xistine ku biryar e ez biçim bajarê wî ku ew tawan lê qewimiye di navbera Bournemouth û Bristolê, li navçeyeke biçûk a li wê derê ev karesatê lê qewimiye. Wekî li hin malperan hatiye belavkirin ku xwe ji cihekî avêtiye xwarê. Ew xweavêtina xwarê û dosyeya xwekuştinê rast e. Vî gencê ku navê wî Mehmûd Ebdulqadir e xwe avêtiye ser xeta trênê û xwe xistiye bin trênekê. Mixabin ciwanekî berê jî bi heman şêweyî xwe ji ser çiya avêtibû xwarê.
Rûdaw: Ew jî Kurd e kak Seyid? Ew kesê xwe avêtiye xwarê?
Seyid Hewramî: Kurdê Bakur e, belê xelkê Bakur e.
Rûdaw: Baş e, gelek caran ew nameyên ku ji me re dişînin, ji bo hêla germ a Diyasporayê, tu bi gelekan ji wan gencan re axivî, behsa çi dikin? Çima digihêjin wê qonaxê ku karekî wisa giran û xerab bikin û dest bavêjin jiyana xwe? Eger bi kurtî bikarî ji min re bibêjî.
Seyid Hewramî: Brîtanya û Ewropa armanceke bilind a vî ciwanî ye ku di jiyana xwe de dixwaze bigihêje wî cihî û hemû armanc û xeyalên xwe bi dest bixe lê dema tê vê derê ne bi vî rengî ye û bi wî rengî jê re dernakeve, ne bi wê xeyalê ye ku wî pêşbînî kiriye. Dema ji Kurdistanê tê vê derê tehemul nake, çimkî bi rastî ev nifş ji nifşên borî, yên wekî me gelekî cuda ne, çimkî heta radeyekê germ û serma gelek nedîtine. Di dema borî de rewşa Kurdistanê gelekî ne xweş bû, xelk dihat vê derê eger ew qas jî rewş xirab bûya wan berê xwe nedida paş, li vir mijûlî jiyan û karkirinê dibûn, bi her rengî bûya xwe radigirtin. Niha genc ne bi wî rengî ne, her kes ne hewcedarî Ewropayê ye, loma kesên ku ne hewcedarî çareseriya Ewropayê ne, çareserî stîla jiyana wan têk dide. Rastî nexweşiyên derûnî dibin û Xwedê neke berê xwe didin kiryarên xirab.
Rûdaw: Dixwazim li ser vê mijarê tiştekî bibêjim. Ew kesên ku bi taybetî li Brîtanyayê, li vir li Ewropayê, li Amerîkayê, li cihên din, hêla germ heye ji bo wan kesên ku rewşa jiyana wan wisa lê tê û di hişê xwe de li wê tawanê difikirin. Çimkî ji aliyê dînî ve ew tawan e, ji hemû aliyan ve dawîanîna li jiyana xelkê û ya xwe jî tawan e. Dema hûn digihêjin wê qonaxê hêlên germ hene ku alîkariya we dikin. Alîkariya we dikin bi wê ku dîtineke we ya nû hebe û têbigihêjin ka çawa dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin û wê fişara mezin a li ser we heye rakin.
Li Brîtanyayê hêla germ a NHSê heye, numreya wê 111 e, pêwendiyê bi wan re bikin û dikarin gelek sûdê jê wergirin. Her wiha dezgehek jî bi navê Samaritansê heye, ev bi fermî li malpera Dezgeha Tendirustiyê ya Brîtanyayê hatine belavkirin, numreyên wan 116 û 123 ne. Min li malperên wan jî mêze kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse