Dusseldorf (Rûdaw) – Her çend tewra di dema serma û seqema zivistanê de jî derbasbûna koçberan ji Kanala Îngilîzî, yanî ji Fransayê ber bi Brîtanyayê ve, bi qeyikên biçûk ne rawestiyabû lê du hefte ne gelekî zêdetir bûye.
Tenê vê hefteyê 1722 koçberan bi 48 qeyikên biçûk xwe gihandine Brîtanyayê. Ev amar Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê belav kiriye.
Hejmara herî zêde ya koçberan roja çarşemê derbas bûn û 357 kes bûn ku bi 6 beleman derbas bûn.
Kêmtirîn jî roja duşemê bû ku 73 koçber bûn û bi yek qeyikê derbas bûn. Hefteya berî jî 1400 koçber derbas bûn.
Li gorî agahiyên polîsên Fransayê jî rojên în û şemiya borî, 225 koçber ji xeniqînê hatin rizgarkirin.
Tevahiya kesên ku di sê mehên yekem ên 2025an de derbas bûne nêzîkî 6500 koçber in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse