Hewlêr (Rûdaw) - Li Myanmarê di du erdhejên mezin de hezar û 2 kes mirin û herî kêm 2 hezar û 376 kes jî birîndar bûn.
Doh li Myanmarê bi hêza 7,7 û 6,4 du erdhejên mezin rûda bûn.
Berpirsên Myanmarê eşkere kir ku hejmara kesên ku canê xwe ji dest daye gihîştiye hezar û 2 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 2 hezar û 376 kesan.
Tîma Ragihandinê ya Rêveberiya Leşkerî ya Myanmarê, derbarê erdhejên ku doh li wî welatî çêbûbûn de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta niha hezar û 2 kes ji ber erdhejan mirine, 2 hezar û 376 kes birîndar bûne û 30 kes jî hîn winda ne.
Li nêzîkî herêma Sagaingê ya li navenda Myanmarê du erdhejên bi hêza 7,7 û 6,4 pileyan çêbûbûn.
Erdhej bûn sedema wêraniyeke mezin li welêt û tirsa wê yekê heye ku hejmara kesên ku miribin zêdetir bibe.
Piştî erdhejê, artêşa welêt li şeş herêman rewşa awarte ragihand û daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî kir.
Her wiha welatên Çîn, Tayland, Hindistan û Bangladêşê jî ketin bin bandora erdhejê.
Myanmar welatekî Asyayê ye û cîranê Çîn, Taylandê, Bangladeş û Bûtanê ye û dikeve başûrê rojhilatê Asyayê.
Myanmar yek ji wan welatan e ku erdhej zêde lê çêdibin.
Her çiqas li ser xeta erdhejê nebe jî lê tenê di navbera salên 1930 û 1956an de, 6 erdhejên bi hêza 7 pîleyan an jî zêdetir welat hejandin.
Erdheja dawî sala 2016an bi hêza 6.8 pîleyên a Rîxterê pêk hatibû û di wê erdhejê jî de 3 kes miribûn.
Li Myanmar û Taylandê di erdhejên doh de gelek kes mirin û gelek avahî jî hilweşiyan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 29, 2025
🇲🇲 Li Myanmarê 694 kes mirin û hezar û 670 kes jî birîndar bûn
🇹🇭 Li Taylandê jî 10 kes mirin
📸 AFP#Earthquake #Erdhej #Myanmar #Thailand pic.twitter.com/E8WmbATaY3
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse