Hewlêr (Rûdaw) – Bi beşdariya gelek siyasetmedar û kesayetiyên Kurd ên Danîmarkayê li Meclisa Danîmarkayê Newroz hat pîrozkirin.
Çalakiya Newrozê rojnameger Denîz Berxwedan Serincî ve hat organîzekirin û 3 wezîrên Danîmarkayî tevlî şahiya Newrozê bûn.
Denîz Berxwedan Serincî bi Kurdî û Danîmarkî xêrhatina mêvanan kir û bi kurtasî behsa pirtûka xwe ya zarokan a bi navê “Kurdî hîn bibe” kir.
Rojnameger û nivîskar Serincî di merasîmê de got, "Li Îraq, Sûriye, Îran û Tirkiyeyê mîllet ji ber nivîsandina pirtûkên hînbûna Kurdî ketin zindanan.
Li Danîmarkayê wezîr ji ber pirtûka min a Kurdî min pîroz dikin. Ev qas sal in em li gelek dewletan ji ber pîrozkirina Newrozê tên kuştin.
Li vê derê li Danîmarkayê li cihê herî bi navûdeng, an go parlamentoyê em ji aliyê wezîran ve tên pîrozkirin."
Wezîra Zarok û Perwerdeyê Matthias Tesfayeyê ji bo pîrozbahiyê peyamek şand û got, ”Newroz hatina biharê ye.
Ew ronahî ye dijî tariyê ye. Hêvî û destpêkeke nû ye. Newroz cejna civakî, azadî û berxwedanê ye. Ev nirxên girîng in.
Bi taybetî di demeke wisa de ye ku li gelek deverên cîhanê rêgezên demokratîk tên astengkirin. Di van deh salên dawî de gelek Kurd hatine Danîmarkayê.
Ji ber vê yekê, çand û dîroka Kurdan bûne beşek a Danîmarkayê jî.
Ez gelek kêfxweş im ji ber wan Kurdên Danîmarkî ku em bi awayekî erênî ji bo civakê kar dikin.
Cejna Newrozê pîroz be û bibe wesîleya hêvî, xweşî û bextewariyê ji her kesî re.”
Siyasetemdar û wezîrên Danîmarkayê tevlî pîrozbahiyê bûn
Wezîrê Dadê Peter Hummelgaard jî silavek vîdeoyî şand û got:
“Newroza hemû Kurdan pîroz dikim.
Hêvî dikim Newroz bibe wesîleya paşerojeke bi kêfxweşî û aştiyê ji bo hemû Kurdên li cîhanê.”
Parlamenterên Danîmarkayê Karsten Hønge, Jan Jorgensen, Mette Reissmann, Zenia Stampe, Pelle Dragsted, Lasse Haugaard Pedersen, Jens Joel û her wiha endamên Parlamentoya Ewropayê, Per Clausen û Wezîrê Karên Derve yê Berê yê Villy Søvndal tevlî pîrozbahiyê bûn.
Parlementerê berê yê Danîmarkayê Lars Aslan Rasmussen û Serokê Komîsyona Muhasebatên Dewletê Serdal Benli jî di pîrozbahiya Newrozê de axivîn.
Stranbêjê Kurd Tobias Rahim û tîma wî jî ji pîrozbahiyê re silavek nivîskî şand.
Jina Kurd a bi navê Roya Aljojoyê jî çîroka Kawayê Hesinkar û serhildana wî ya dijî zalim Dehak vegot.
Her wiha Banaz Cezaya keça dengbêjê navdar Heme Ceza jî helbestên bavê xwe yên li ser Newrozê xwend.
Dengbêj û hunermendê navdar Bengîn Efrînî jî bi stranên xwe tevlî pîrozbahiyê bû û bi stranên bi Kurdî şahî geş kir.
Herî dawî jî tîma govendê ya Koma Avayê govendên Kurdî gerand.
#WÊNE - Li Meclisa Danîmarkayê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 29, 2025
Bi beşdariya gelek siyasetmedar û kesayetiyên Kurd ên Danîmarkayê Newroz hat pîrozkirin#Newroz #NewrozZ2025 pic.twitter.com/rUHcximm4K
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse