New York (Rûdaw) - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric li ser şer û pevçûnên li berava Sûriyeyê got, “Divê demildest rijandina xwînê li Sûriyeyê raweste.”
Li berava Sûriyeyê, li herêmên Elewiyan di şer û pevçûnan de bi sedan kes hatin kuştin.
Li gorî zanyariyên Rûdawê di şer û pevçûnan de ne tenê sivîlên Elewî, her wiha hinek sivîlên Xiristiyan jî hatine kuştin.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric derbarê rewşa Sûriyeyê û bûyerên li berava wî welatî ji Rûdawê re axivî û got divê demildest rijandina xwînê li Sûriyeyê raweste.
Stephane Dujarric diyar kir ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ji ber zêdebûna tundiya li berava Sûriyeyê dilgiran bûye.
Bi gotina Stephane Dujarric Guterres gotiye divê dilgiraniyên civakên li Sûriyeyê bi awayekî watedar bên çareserkirin.
“Bûyerên kuştinê gelekî zêde bûne”
Dujarric li ser pirsa Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr a “Ji ber ku hin pêkhateyên Sûriyeyê rastî êrişan tên gelo NY çi dike ku wan kesan biparêze?” wiha got:
“Ez dikarim derbarê rewşa Sûriyeyê ji we re bibêjim ku Sekreterê Giştî ji ber zêdebûna tundiya li herêmên berava Sûriyeyê dilgiran bûye ku bûyerên kuştinê gelekî zêde bûne û her wiha herî kêm yek ji hevkarên me jî hatîye kuştin.
Sekreterê Giştî sersaxiyê ji bo malbatên qurbaniyan dixwaze û hêviya başbûnê ji bo kesên birîndar dixwaze.
Sekreterê Giştî bangî hemû aliyan dike ku sivîlan biparêzin û dest ji axaftinên dijminatiyê berdin ji ber ku Sûriye ev 14 sal bû di nav şer de bû û her wiha 50 sal bû jî di bin kontrola otorîteran de bû.
Sekreterê Giştî dilgiraniya xwe li ser zêdebûna aloziyan di nav civakên li Sûriyeyê dubare dike.
“Divê rijandina xwînê raweste”
Divê demildest rijandina xwînê li Sûriyeyê raweste.
Wî got ku divê binpêkirinên sûcdaran û dilgiraniyên civakên li Sûriyeyê bi awayekî watedar bên çareserkirin.
Sekreterê Giştî balê dikişîne li ser ragihandina rayedarên demkî yên derbarê avakirina komîteya lêkolînê û herwiha komîteyek ji bo parastina aştiya sivîlan.
Sekreterê Giştî ji bo aştiya domdar li Sûriyeyê pek were tekezî li ser giringî û lezgîniya dadweriya veguhêz û pêvajoya lihevhatinê ya berfireh û zelal dike.
Sekreterê Giştî her wiha balê dikişîne li ser pêwîstiya misogerkirina ewlehiyê ya parastina cîhê medyaya serbixwe û rêxistinên mafên mirovan ji bo ku bikaribin karê xwe yên çavdêriyê bikin û raportan bi zelal û eşkere amade bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse