Hewlêr (Rûdaw) - Emailek ji karmendên ku bi girêbesta demkî li Dengê Amerîkayê dixebitin re hatiye şandin.
Email roja şemiyê gihiştiye karmendan û gelek ji wan mat mane.
Rûdawê hewl da xwe bigihîne karmendên Dengê Amerîkayê (Voice of America) û bi beşa Kurdî re biaxive û bertekên wan ên li ser biryarê bizanin û bibînin dê çi bikin.
Karmendê berê yê Dengê Amerîkayê Rêkar Husên got:
“Piştî 83 salên xebata Dengê Amerîkayê di dema şer û aştiyê de, mixabin girtina wê niha biryareke ji nişka ve bû û wekî karmendên dezgehê bû sedema dilgiraniya me.
Biryar dê bandora neyînî li ser ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê bike, her wiha dê bandorê li Kurdan jî bike, ji ber ku sala 1991ê Kongreyê biryar da ku beşa Kurdî were damezirandin.”
Karmendê berê yê Dengê Amerîkayê Rêkar Husên anî ziman:
“Biryar rasterast ji aliyê Kongreyê ve bû, ev jî qebûlkirina Hikûmeta Amerîkayê bû ji bo girîngiya pirsgirêka Kurdan a li herêmê.
Niha me û hinek hevkarên xwe doz vekiriye, em bersiva wan hincetan didin ku birêvebiriya Hikûmeta Amerîkayê li dijî me bi kar anîne.
Em gelekî geşbîn in ku dadgeh dê li gorî berjewendiyên me biryarê bide.”
Biryara Donald Trump ji bo kêmkirina karmendên dezgehên ragihandinê yên Hikûmeta Amerîkayê ku di nav de Radio Free Europe, Dengê Amerîkayê, Al-Hurra û çend dezgehên din, rasterast dawî li karên beşeke mezin a wan anî.
Beşa Kurdî ya Dengê Amerîkayê ji 15ê Adarê ve tiştekî nû belav nekiriye û nûçeya wan a dawî derbarê biryara Donald Trump ya li ser dezgeha wan bû.
Ev biryar bû sedema bertekên mezin li Amerîkayê û li Kongreyê, bi awayekî ku piraniya Demokratan li Kongreyê li dijî vê biryarê derketin û dixwazin pêşî lê bigirin.
Hinek karmendan jî dozên yasayî li dijî biryarê vekirin.
Dengê Amerîkayê di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de bi biryara Serokê wê demê Roosevelt, sala 1942an hat damezirandin.
Di van demên dawî de bi 40 zimanên zindî yên cîhanê ku Kurdî jî di nav de ye, xizmetên nûçe û ragihandinê pêşkêş dikir.
Beşa Kurdî ya Dengê Amerîkayê jî sala 1992yan, piştî Şerê Yekem ê Kendavê hat damezirandin û heta 15ê Adara 2025an berdewam bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse