Biden û Trump di weşana zindî de hatin hemberî hev

28-06-2024
RÛDAW
Nîşan Joe Biden Donald Trump Amerîka Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Joe Biden û serokê berê Donald Trump ji bo hilbijartinên ku dê Çiriya Paşîn de bên kirin hatin hemberî hev.

Di Nîqaşa Serokatiyê ya CNNê ya li Atlantayê de ku şeva borî bi dema herêmî saet 04:00an dest pê kir, her du namzed piştî nêzîkî çar salan cara yekem hatin hemberî hev da ku dengdêran razî bikin ku dengê xwe bidin wan.

Di dema nîqaşê de Trump, Biden bi kêmkirina hêza Amerîkî tawanbar kir û got, “Em bûne wekî welatê sêyem, rêz li me nayê girtin.”

Biden jî gelek gotinên Trump red kirin û got, “Min di jiyana xwe de ti carî ew qas tiştên tewş nebihîstiye.”

Derbarê pirsa li ser şerê Rûsya û Ukraynayê û bidawîkirina şer, Trump îdia kir ku di bin rêveberiya wî de şer qet dest pê nedikir û got “Divabû ev şer qet dernekata.”

Herwiha Trump alîkariya rêveberiya Biden a ji bo Ukraynayê jî rexne kir.

Trump pirsa derbarê Xezeyê da wiha bersivand, "Divê Îsraîl kar biqedîne."

Li aliyê din, Biden jî got ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin "tawanbarê şer e" û siyaseta xwe ya alîkariyê ya ji bo Ukraynayê parast.

Serkeftiyê nîqaşê kî bû?

Piştî nîqaşê, nûçegihanê sereke yê CNNê John King got ku "Piştî vê performansa zenûn, partiya Biden dest bi nîqaşa vekişîna wî kiriye."

Herwiha şîrovekarê siyasî yê CNNê David Axelrod jî got ku Biden di esasê xwe de Trump têk biriye lê "dê nîqaş li ser wê yekê hebin ku Biden dê berdewam bike an na."

Li aliyê din Alîkara Serokê Amerîkayê  Kamala Harris ji CNN re axivî û bersiva rexneyan da û got, "Erê, destpêkeke hêdî bû lê qedandineke xurt bû."

Nûçegihanê BBCyê yê Amerîkaya Bakur Anthony Zurcher nivîsî ku Amerîkiyan li ser temen û guncawbûna Serok Biden ji bo postê berî nîqaşê nîgeran bûn û ev nîqaş fikaran ji holê ranekir.

Hîn bi fermî ne namzed in

Berê li Amerîkayê serokekî heyî ti carî bi serokekî berê re nîqaş nekiribû.

Di nîqaşa 90 xulekî de li studyoyê temaşevan tune bûn.

Ji bo ku rê li ber birîna axavtinê bê girtin, tenê mîkrofona axaftvan vekirî dima

Siyasetmedarên ji nêrînên cuda yên ku piştî niqaşê şîrove kirin, diyar kir ku ev rewş di berjewendiya Trump de ye.

Destûr nehat dayîn ku Biden û Trump re notên amade hebin lê tenê pênûs û kaxez hebûn.

Ji ber ku hilbijartinên di meha Çiriya Paşîna 2024an de bên kirin ev nîqaş zû tê dîtin.

Di dîroka Amerîkayê de tu carî nîqaşeke serokatiyê hewqas zû çênebûye.

Herdu namzed jî hîn ne berbijarên fermî yê partiya xwe ne.

Komarparêz dê di kongreya partiyê ya ku di 15ê Tîrmehê de dest pê dike de namzedê fermî eşkere bikin.

Namzediya Joe Biden wê di kongreya partiyê ya meha Tebaxê de fermî bibe.

Lê belê tê çaverêkirin ku ev nîqaş di derbarê kampanyayên hilbijartinê û namzedan de agahiyên zelaltir bide.

Bidenê 81 salî, dibêje ku ew dê demokrasiya Amerîkayê û pozîsyona wî welatî li cîhanê biparêze û krîterên keşûhewayê bi cîh bîne.

Li aliyê din, Trumpê 78 salî sozên wekî rawestandina koçberiya neqanûnî, kêmkirina giştî ya bacê û ji sedî 10 baca gumrikê li ser hemû kelûpelên hawirdekirina Amerîkayê dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst