Hewlêr (Rûdaw) – Namzedê Komariyan Donald Trump serkeftina xwe îlan kir.
Li gorî encamên nefermî, heta niha 267 delegeyên Donald Trump û 214 delegeyên Kamala Harrisê hene û namzedê ku 270 delegeyî bistîne dê bi ser bikeve.
Heta niha encamên fermî nehatine lê Donald Trump di weşana zindî de serkeftina xwe bi gotinên, “Ez bûm serokê 47an, ez spasiya gelê Amerîkayê dikim” ragihand.
Trump di axaftina xwe ya li Floridayê de diyar kir, “Ev serkeftineke wiha ye ku me beriya niha li welatê xwe nedîtiye” û got:
“Em dê sînorên xwe bi hêz bikin. Em dê her tiştê welatê xwe baş bikin.
Me îşev dîrok nivîsî. Me hinek asteng derbas kirin ku kes li derbaskirina wan nedifikirî.”
Donald Trump amaje pê kir ku ew dê ji bo hemû welatiyên Amerîkayê bixebite û dê serdema nû bibe “serdema zêrîn a Amerîkayê”.
Trump amaje pê kir ku ew dê rê li ber hatina koçberan bigire û got:
“Em dê sînorên xwe bigirin, em dê bikin ku ev mirov neyên welatê me. Dê ji niha û pê ve nikaribin bi awayekî neyasayî werin welatê me.
Em dê bacan kêm bikin. Em deynan nahêlin. Ev kampanya ji gelek aliyan ve dîrokî bû.”
“Ez dê şeran rawestînim”
Donald Trump diyar kir ku ew dê şeran bisekinîne û anî zimên:
“Em welatekî ewle, perwerdeyeke baş dixwazin. 4 salan qet şerê me nebûn, ez dê van şeran rawestînim.
Ji ber vê jî îro ji bo demokrasî û azadiyê jî girîng e.
Em dikarin Amerîkayê ji nû ve mezin bikin. Ez qet we naxim ber şermê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse