Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê mirina Prîgojîn piştrast kir

27-08-2023
RÛDAW
Nîşan HDP Kongre YSP Wagner Rûsya Yevgeny Prigojin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê piştrast kir ku damezrînerê Grûpa Wagnerê Yevgeny Prîgojîn miriye.

Yevgeny Prîgojîn, di firokeya taybet de bû ku li herêma Tverê ketibû.

Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê ragihand ku testên genetîka molekuler a ji bo tesbîtkirina nasnameya kesên ji ber ketina firokeyê mirin, temam bûn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, nasnameya 10 kesên mirin hatiye tesbîtkirin.

Li gorî daxuyaniyê, encam wekî lîsteya rêwiyan e ku di 23yê Tebaxê de hatibû weşandin.

Ajansa Veguhestina Asîmanî ya Federal a Rûsyayê 23yê Tebaxê ragihandibû ku firokeya taybet a Prîgojîn jî tê de ye li Tverê ketiye û di encamê de 10 kes mirine.

Li gorî daxuyaniyê, di lîsteya rêwiyên balafirê de tevî Prîgojîn û alîkarê wî Dmitriy Utkin, kesên wekî Sergey Propustin, Yevgeniy Makaryan, Aleksandr Totmin, Valeriy Çekalov, Nikolay Matuseyev, Aleksey Levşin, Rustam Karimov û Kristina Raspopova hebûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst