HDP biçûk dibe û mîrateya xwe dewrî YSPyê dike: HDPyî behsa guherînan dikin

27-08-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
4emîn Kongreya Awarte ya HDPyê bi rêve çû
4emîn Kongreya Awarte ya HDPyê bi rêve çû
Nîşan HDP Kongre YSP
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 4emîn Kongreya Awarte li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya li Enqereyê li dar xist.

4emîn Kongreya Awarte ya HDPyê li Enqereyê li saloneke biçûk û bi beşdariyake kêm bi rê ve çû.

Sedem jî ew e ku êdî HDP bi şêweyekî aktîf di qada siyaseta Tirkiyeye û Bakurê Kurdistanê de namîne û hemû mîrateya xwe radestî Partiya Çepên Kesk (YSP) dike.

Hevserokên nû hatin hilbijartin

Di kongreyê de Sultan Ozcan û Cahît Kirkazak ji delegeyan dengên pêwîst wergirtin û bûn hevserokên nû yên HDPyê.

Di kongreyê de Meclîsa Partiyê ya HDPyê û organên wê jî hatin diyarkirin.

Di kongreyê de biryar hat dayîn ku HDP bê biçûkkirin û karên siyasî di bin banê YSPyê de werin meşandin.

“Em xemgîn in”

Endamê Meclîsa HDPyê Sezaî Temellî ji Rûdawê re got:

“Ya rastî ez ji ber rewşa heyî xemgîn im. Hemû hevalên me yên li vir xemgîn in lê em vê qonaxê weke qonaxa dawîbûnekê nabînin.

Em xemgîn in ji ber ku em hatine neçarkirin ku em xebata xwe li navnîşaneke din berdewam bikin.”

Mithat Sancar û Pervîn Buldan cara dawî  weke hevserokên HDPyê gotarên xwe pêşkêş kirin.

Li şûna wan jî Cahît Kirkazak ku Kurdekî ji mavçeya Ferqînê ya Amedê ye û Sultan Ozcana ji bajarê Qeyseriyê bûn hevserokên nû yên HDPyê.

“Navenda siyaseta me dibe YSP”

Parlementerê HDPyê Mehmet Ruştu Tiryakî jî got, “Niha HDP nayê girtin, hebûna HDPê dê berdewam be.

HDP dê bimîne lê êdî weke berê navenda siyaseta me nabe, ji îro pê ve dê navenda siyaseta me YSP be. HDP jî dê hinekî biçûk bibe.” 

HDP ku 11 sal in di siyaseta Tirkiye  û Bakurê Kurdistanê de xwedî roleke berbiçav bûye êdî dê tenê weke tabelayê bimîne.

Bi gotina berpirsên HDPyê ev  biryar bi yekdengî û razibûna hemû pêkhate û aliyan hatiye dayîn.

“Tifaqa Kurdistanê dê befirehtir bibe”

Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDPyê yê berê Tayyîp Temel jî derbarê biyarên hatine dayîn de axivî:

“Ev biryar bi piştgiriya her du tifaqên me û bi agahdarkirina wan hatiye dayîn.

Wan jî heman tişt parastin û got em neçar in, li gorî rewşa heyî û li gorî zextên qanunî yên li ser HDPyê tedbîrê wergirin. Tifaqa me ya Kurdistanê dê berfirtehtir bibe.”

Meclîsa Partiyê biçûk bû

Di kongeraya HDPyê de hejmara endamên Meclîsa Partiyê ku niha 100 kes e bû 50 kes.

Piştî vê kongreyê êdî hemû kar, çalakî, daxuyanî û her core karekî din dê di bin nav û logoya YSPyê de werin encamdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst