Li Moskowayê ji ber Wagnerê roja Duşemê weke bêhnvedan hat ragihandin

24-06-2023
RÛDAW
Nîşan Rûsya Moskow Wagner
A+ A-

Hewlêrê (Rûdaw) - Şaredarê Moskowayê Sergey Sobyanîn ragihand ku piştî serhildana Grûpa Wagnerê 26ê Hezîranê roja Duşemê bêhnvedana fermî ye.

Şaredarê Moskowayê Sergey Sobyanîn li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyanî da û ragihand li bajêr "operasyona têkoşîna dijî terorê" dane destpêkirin û ji pêvajoyeke dijwar derbas dibin.

Sobyanîn got "Ji bo ku xetereyan daxin asta herî kêm roja duşemê wek bêhvedan hat îlankirin."

Sobyanîn da zanîn ku saziyên dewletê yên eleqeder dê roja Duşemê xebatên xwe bidomînin û ji xelkê Moskowayê xwest ku çiqas ji dest wan bê bila li bajêr negerin.

Şaredarê Moskowayê her wiha destnîşan kir dibe ku li hin herêman rêyên hatin û çûyîn bên astengkirin.

Ji aliyê din ve Parêzgariya Moskowê jî heta 1ê Tîrhemê li herêma Moskowayê lidarxistina çalakiyên girseyî qedexe kir.

Serokê Wagnerê Yevgeniy Prigozhin  Artêşa Rûsyayê bi êrişkirina Wagnerê sûcdar kiribû û bi bersivdayînê tehdîd kiribû û eşkere kiribû ku dê şervanên Wagnerê biçin Moskowayê.

Der heqê Prigozhin  de bi sûcdarkirina "serhildana çekdarî" doza cezayê hatibû vekirin û li gelek herêmên Rûsyayê tedbîrên ewlehiyê hatibûn zêdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst