Çekdarên Wagnerê serhildana xwe ya 24 demjimêrî bi dawî anîn

25-06-2023
RÛDAW
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Wagner Rûsya Rostov Yevgeniy Prigojin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Damezrînerê kompanyaya ewlekariyê ya Rûsî Wagner Yevgeny Prigozhin, tevî şervanên xwe ji bajarê Rostovê yê Rûsyayê vekişiy û serhildana xwe ya 24 demjimêrî bi dawî anîn

Bo dema 24 demjimêran çekdarên Wagnerê şerê çeper bi çeper li Ukraynayê veguherîn bo serhildana li nav Rûsyayê. Vê yekê jî tedbîrên ewlehiyê li paytexta Rûsyayê li pey xwe anîn û tirs xist dilê nişteciyên wî bajarî.

Nişteciyê Moskowê Sergey dibêje "Bi giştî min hest kir ku dibe rewş metirsîdar be, lê ew zêdetir pêşbînî bû, tişta çêbû, aloziyeke zêde ya navxweyî bû."

Wê dema karwanê hêzên Wagnerê ber bi Moskowê ve diçûn, serkirdeyê grûpa Wagnerê nerîna xwe guhert û biryara vekişînê da.

Serokê Grûpa Wagnerê Yevgeny Prigozhin got "Niha ew dem e ku dibe xwîn birije, lewra hûn berpirsyariya xwînrijtina Rûsan fêm dikin, çekdarên me vedikişin û vedigerin serbazgehên xwe."

Serokê Belarûsê di navbera serokatiya Rûsya û serokê Wagnerê de bo nehiştina pirsgirêkê navbênkarî kiribû. Encama navbênkariya wî jî bi hejmarek biryar bi dawî bû.

Berdevkê Serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov ragihand "Em ligel grûpa Wagnerê gehiştin rêkeftinê û ew vedigerin serbazgehan, yên dixwazin girêbestê ligel Wezareta Berevaniyê îmze bikin ew in ku beşdarî vê bûyerê nebûne. Bo çekdarên din jî ti cezayek nabe û hemû dosyayên dijî Prigozhin rawestiyan û ew diçe Belarusê."

Rojek berî serhildana wan, Serokê Wagnerê, fermandar û generalên artêşa Rûsyayê bi wê yekê tohmetbar kirin, ku li nav axa Ukraynayê çekdarên grûpa wî kuştine, lewra Wagneriyan çeperên şer vala kirine û berê xwe dane Moskowê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst