Daxwaza welatînameya Awisturyayê kêm bûye

24-02-2024
RÛDAW
Avahiya Hikûmeta Awisturyayê
Avahiya Hikûmeta Awisturyayê
Nîşan Awisturya Welatîname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Daxwaza welatînameya Awisturyayê li gorî sala borî kêm bûye ku sala borî gelek welatiyên Sûriye û Tirkiyeyê bûn xwediyê pasaportên Awisturyayê.

Bernama Diyasporayê ya Rûdawê şeva înê bal kişande ser wan zanyariyên ku ji aliyê Saziya Amaran a Awisturyayê hatine belavkirin.

Li gorî wan amaran sala 2023yan nêzîkî 19 hezar û 900 kes bûn welatiyên Awisturyayê. Sala borî ev hejmar ji 20 û hezar 600î zêdetir bû.

Li gorî qanûnên Awisturyayê, mexdûrên Naziyan ên li derveyî Awisturyayê dikarin serlêdana welatînameya Awisturyayê bikin.

Berê ji Amerîka, Brîtanya û welatên din ên Ewropayê gelek kesan bi wê rêya serî li welatîbûna Awisturyayê dabû.

Hezar û 865 welatiyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û hezar û 141 welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûn welatiyên Awisturyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst