NY ji bo Sûriyeyê civiya: 'Naxwazin çareseriyeke siyasî bê dîtin'

2 demjimêr berê
Sinan Tunçdemir
Civîna NYê û Alîkarê Nûnerê Amerîkayê yê NYyê Robert Wood / Wêne: Rûdaw
Civîna NYê û Alîkarê Nûnerê Amerîkayê yê NYyê Robert Wood / Wêne: Rûdaw
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Sûriye Geir Pedersen
A+ A-

New York (Rûdaw) - Ji bo çareseriyeke siyasî ya li Sûriyeyê hewlên Neteweyên Yekbûyî (NY) berdewam in.

Şandeyê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bangî aktorên Sûriyeyê kir û got ku dîplomasiya beş bi beş ango parçe parçe ji bo çareseriya Sûriyeyê nabe û heta niha jî hîç bipêşveçûnek nekiriye.

Ne tenê grûpa Astanayê, ne grûpa Ereban, ne rejîma Sûriyeyê û ne jî dewletên Ewropayê bi tena serê xwe nikarin çaresîriyê bibînin.

Divê hemû aktor û grûp bi awayekî hevbeş bi NY re kar bikin û wê demê dikarin çareserîyê bibînin.

Di vê çarçoveyê de şandeyê taybet Geir Pedersen dê hefteya bê li bajarê New York bi aktoran re bicive.

"Ez dê bi aktorên Sûriyeyê re bicivim"

Şandeyê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen got:

Ez çaverê dikim ku hefteya bê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê, bi mirovên li surgun, serokê komîsyona muzakerayan a Sûriyeyê re civînan li dar bixim.

Her wiha ez çaverê dikim bi wezîrên Ereban, wezîrên grûpa Astanayê û bi desthilatadarên ji dewletên din re jî bicivim."

Her çi qasî Şandeyê Taybet hewlên xwe bike jî di raporên wî de bezarbûnek derdikeve pêş.

Ji ber ku pêvajo nagîhîje cihekî û di raporên wî de jî xuya dike ku rewş xwe dubare dike.

Ango pevçûna li Sûriyeyê her meh hema bêje heman e û zêdetir jî bûye.

Di aliyê din jî civînên Cenevreyê jî ev 2 sal in sekinîne.

Gelo bêzarbûnek heye an na?

Li ser pirsa nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr a "Ez di raporên Geir Pedersen de bezarbûnekê dibînim. Gelo Sekreterê Giştî jî ji ber bi vê rewşê bêzar e?"

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê Stephane Dujarric wiha axivî:

"Ez wisa difikirim ku Birêz Pedersen nûnertiya Sekreterê Giştî dike û her wiha bêzarbûna wî biriqandina bêzarbûna Sekreterê Giştî ye ya ji bo astengiya pêvajoya çareseriya siyasî ya Sûriyeyê ye."

Stephane Dujarric pirsa nûçegihanê Rûdawê ya "Birêz Pedersen her wisa got ku dîplomasiya beş bi beş nikare bipêşve biçe her wiha ji bo tiştên piçûk jî.

Ango li aktoran bangî çareseriyek û dîplomsiyeke firehtir dike lê pozisyona dewletan jî diyar e. Ev dê çawa bibe?" wiha bersivand:

"Em dê hewlên xwe bidomînin"

"Rastî ev e ku em hewlên xwe didomînin her çi qasî bezerbûn hebe jî û rewş li wir gelekî xirab bibe jî.

Divê em dirust bin, nîşaneya me ya ku me xwe daye vê rêyê ev e ku em dev jê bernadin û ne tenê ji ber ku ev wezîfe ji bo me hatiye dayîn.

Lê bi eşkere hêvî û daxwazên Sûriyeyiyayn û mirovên li herêmê ev e ku vergerin aştî û jiyaneke normal û dengê wan hebe ji bo paşeroja wan."

"Naxwazin çareseriyeke siyasî bê dîtin"

Alîkarê Nûnerê Amerîkayê yê NYyê Robert Wood jî li ser rewşa Sûriyeyê wiha anî axivî:

"Problem ev e ku Sûriye û Rusya şert û mercan derdixin pêş ji bo cihê civînan a ji bo muzakereyên Destûra Bungehîn berdewam bike.

Ango bi eşkere ew hez nakin ku çareseriyeke siyasî ji bo pirsgirêkên Sûriyeyê were dîtin.

Ew gelekî dilşad in dema ku dewletên Ewropî rexne dikin derbarê ka çi dikin çi nakin.

Carek din ev rêya klasîk a Rusyayê ye û Sûriyeyê jî xwe pê ve girtîye. Ango ez nizanim ji vir em dikarin herin kû.

Em dê bi berdewamî zextan deynîn ser rejîma Sûriyeyê û alîkarên wan Rusya qebûl bikin ku em li Cenevreyê carek din bicivin.

Em dikarin li ciheke din jî bicivin ger herkes qebûl bike. Lê wisa xuya dike ku ew eleqedar nînin."

Ev 13 sal in şerê navxweyî yê Sûriyeyê didomê.

Li alîyê din jî hewlên NY jî didomin. Hefteya bê aktorên Sûriyeyê dê bi Şandeyê Taybet ê NYyê Pedersen re bicivin.

Encamek ji wan civînan derkeve yan na dê piştî civînan diyar bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst