Dadgeha Bilind a Ewropayê êdî mafê penaberiyê nade kesên ku xwîndar in

05-04-2025
Hêmin Ebdullah
Dadgeha Bilind a Ewropayê /Wêne: Wikipediya
Dadgeha Bilind a Ewropayê /Wêne: Wikipediya
Nîşan Dadgeha Bilind a Ewropayê Xwîndarî Penaber
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Dadgeha Bilind a Ewropayê biryar da ku êdî pirsgirêka xwîndariyê nabe sedema dayîna mafê penaberiyê yan parastinê ji koçberan re.

Biryar piştî wê yekê hat ku li ser dosyayeke xwîndariyê daxwaza penaberiyê ya penaberekî li Awisturyayê hate redkirin.

Dadgeha Bilind a Ewropayê ku bingeha wê li Luksemburgê ye, biryar da ku êdî mafê penaberiyê neyê dayîn ji wan kesên ku diçin Ewropayê û dibêjin, li welatê xwe rastî pirsgirêkên xwîndariya malbatî hatine.

Berê hin ji wan koçberên ku diçûn Ewropayê; digotin, malbata wan bi malbateke din re rastî pirsgirêkên xwîndariyê hatiye û wan ji tirsa ku di van pirsgirêkan de bên kuştin welatê xwe terk kirine.

Hinekên din jî digot ku ji keçekê hez kiriye û piştî ku eşkere bûye keçik hatiye kuştin.

Li gorî biryara dadgehê, êdî ev çîrok têrê nakin ku koçberek mafê penaberiyê yan parastina mirovahî wergire.

Dadgeha Bilind a Ewropayê dibêje, mercê wergirtina mafê penaberiyê divê ew be ku kes di bin metirsiya desteserkirin û êşandinê de be, ji ber regez, ramanên siyasî û olî, an jî ser bi neteweyeke diyarkirî ya di bin gef de be, an jî ser bi komeke civakî be ku di civakê de nayê qebûlkirin; wekî mînak, hemregezxwazî.

Biryara dadgehê piştî wê yekê hat, li Awisturyayê koçberekî Efxan daxwaza penaberiya wî hatibû redkirin û wî daxwaza pêdeçûna biryarê kiribû.

Koçber gotibû, ji ber pirsgirêka erd û zeviyan bavê wî û birayekî wî hatine kuştin û ew jî di bin metirsiyê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst