NY: Divê li Sûriyeyê dorpêç bê rakirin

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Sûriye HSD Geir Pedersen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen got, “Divê li Sûriyeyê dorpêç bên rakirin û ji bo avakirina jinûve pêwîstî bi fonên berfireh hene.”

Di civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de rewşa siyasî û mirovî ya Sûriyeyê hat nirxandin.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen endamên NYyê agahdar kirin û bîr anî ku di ser rûxandina desthilata Esed re mehek derbas bûye û bal kişand ser wê yekê ku welat li rêyeke nû digere.

"Derfetên gelekî mezin û metirsiyên cidî hene"

Pedersen destnîşan kir ku biryarên ku niha tên girtin dê paşerojê ava bikin û got:

"Derfetên gelekî mezin û metirsiyên cidî hene. Divê Sûriyeyî û civaka navneteweyî gavên xwe yên pêşiya xwe rast biavêjin."

Pedersen da zanîn ku ew bi berpirsên hikûmeta niha ya Sûriyeyê re hevdîtinan dike û tekezî li ser wê yekê kir ku NY amade ye her cure piştgiriyê pêşkêş bike.

Bi gotina Pedersen rayedarên hikûmeta Sûriyeyê di heman demê de bi kom û rêxistinên cuda yên li Sûriyeyê re dicivin û wezîr û rayedarên welatên biyanî jî dest bi hevdîtinan kirine.

“Şer di navbera HSD û Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê de berdewam dike”

Pedersen diyar kir ku wan ji rayedarên hikûmeta Sûriyeyê xwestiye ku ewlehiya hemû civakên Sûriyeyê misoger bikin û wiha berdewam kir:

"Beşek ji Helebê û bakurê rojhilat di bin kontrola HSD û YPGê de ye.

Tevî agirbestê ya ku meha Kanûna Pêşîn a 2024an ji aliyê Amerîkayê ve hatibû pêkanîn jî şer di navbera HSD û Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê de berdewam dike."

Pedersen eşkere kir ku ew piştgiriyê didin vekirina kanalên diyalogê û bang li hemû aliyan kir ku bêyî pevçûnên leşkerî rêyeke ber bi pêş ve bibînin.

"Di navbera HSD û rêveberiya demkî de diyalog heye"

Geir Pedersen got, "Di navbera rêveberiya demkî û HSDyê de kanaleke diyalogê hat vekirin" û wiha domand:

"Hefteya borî li Şamê civînek pêk hat. Daxuyanî nîşan didin ku nexşerêyek hatiye diyarkirin lê hîn jî nîşanek tune ku nêzîkî lihevkirinê bûne."

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê her wiha tekezî kir ku ew ji hebûn û çalakiyên leşkerî yên Îsraîlê yê li Sûriyeyê nîgeran in û got:

“Îsraîl binpêkirina Peymana 1974an didomîne û divê astengiyên artêşa Îsraîlê bi lezgînî bên rakirin.”

Pedersen destnîşan kir ku divê êrişên Îsraîlê yên li Sûriyeyê bi dawî bên û ragihand ku êrişên li ser sivîl û binesaziyên sivîl cihê nîgeraniyê ne û di heman demê de pêvajoya siyasî jî têk dibin.

Ji bo avakirina jinûve pêwîstî bi fonên berfireh heye

Geir Pedersen diyar kir ku gelê Sûriyeyê xwedî pêdiviyên gelekî cidî ye û got, ew ji gavên Amerîkayê yên kêmkirina dorpêçan kêfxweş e lê belê pêwîstî bi tiştên zêdetir heye.

Bi gotian Pedersen, biryara 2254an a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê êdî bi temamî nayê bicihkirin û pêwîstî bi nêzîkatiyeke nû heye.

Herî dawî Pedersen tekezî li ser girîngiya "pêvajoya veguhastina siyasî ya berfireh" kir û got:

“Ev pêvajo ji bo Sûriyeyê sûdê ji alîkariya aborî ya ku pir pêwîst e wergire û baweriyê ava bike xaleke girîng e.

Divê dorpêç bên rakirin û ji bo avakirina jinûve pêwîstî bi fonên berfireh hene.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst